Tirkiye, Polîtîka

Serokwezîr Yildirim: "Înşeallah dê gelê me bi dengê 'erê' rûmet bide vê têkoşînê"

Serokwezîr Yildirim der heqê Qanûna Guherîna Destûra Bingehîn de got ku "Car din xeyalên kesên ku diaxivin, senaryo dinivîsin şikestin, carek din têk çûn. Înşeallah dê gelê me jî bi dengê 'erê' rûmet bide vê têkoşînê."

Elif Orhan  | 22.01.2017 - Rojanekırın : 23.01.2017
Serokwezîr Yildirim: "Înşeallah dê gelê me bi dengê 'erê' rûmet bide vê têkoşînê"

Ankara

ANKARA

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ku pêşniyaza guherîna destûra bingehîn di Lijneya Giştî ya TBMMê de hat qebûlkirin axaftina spasiyê ya ku di Civîna Koma AK Partiyê ya ku li Parlementoyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin ji çapemeniyê re parve kir.

- "Birêz Devlet Bahçelî piştgiriyeke mezin da vê pêvajoyê"

Yildirim da zanîn ku ji serokomarên berê Turgut Ozal û Suleyman Demirel jî xwest ku vê pergalê bînin û wiha axivî:

"Turkeşê rehmetî ev pergal xwest, xoceyê me yê rehmetî Necmettîn Erbakan jî ev pergal parast. Birêz Dewlet Bahçelî hewcedariya vê pergalê dît û piştgiriyeke mezin da vê pêvajoyê, li gel me bû. Helbet serokê me, Serokomar me Recep Tayyîp Erdogan ji roja ku ket siyasetê vir ve vê pergala ku hewcedariya Tirkiyeyê pê hebû xwest û têkoşîna vê yekê da."

- "Va ye kom, va ye encam"

Yildirim diyar kir ku merhaleya beriya dawiya ya vê têkoşîna mezin, biryardar û wêrek temam kirin û wiha axivî:

"Min ji bo koma me gelek tişt gotin ji serî ve min tiştek got: 'Koma me wekî zinarekî ye, tu kes nikare parçeyek jê bike. Em ji koma xwe ewledar in, lîstikên ku li ser koma me tên lîstin şermezar dikin.' Va ye ew koma mezin, serbilindiya me koma AK Partiyê, va ye kom, va ye encam. Car din xeyalên kesên ku diaxivin, senaryo dinivîsin şikestin, carek din têk çûn. Înşeallah dê gelê me jî bi dengê 'erê' rûmet bide vê têkoşînê, Tirkiye dê bikeve heyameke nû. Ez car din hemû birayên me yên ku di sitandina vê biryara girîng de keda wan derbas bûn, di ser de Serokomarê me pîroz dikim û spasiya wan dikim."

- "Şêwirmend, parêzvan, çayvan, garson..."

Serokwezîr Yildirim got ku "Ez dixwazim ku komekê zindî û çalak ya bêsebrî dike ku di 7ê sibatê de dakeve qadan hemberî xwe bibînim." û spasiya kesên ku di hevdîtinên destûra bingehîn de ked dan kir.

Yildirim qal kir ku xebatkarên TBMMê jî şev û roj li gel wan bûn û ev nirxandin kir:

"Şêwirmend, parêzvan, xizmetkar, çayvan, garson ez spasiya hemû xebatkaran dikim. Ez ji vir silavên xwe ji her kesê di teşkîlata me de dikim. Ji ber ku ew jî ji dil bi me re bûn ez spasiya wan dikim. Ez spasiya Serokê Komîsyona me ya Destûra Bingehîn û endaman dikim. Spasiya Serokê Giştî yê MHPê Birêz Bahçelî, parlementerên MHPê û teşkîlata MHPê ya ku piştgirî dan avakirina vê dema dîrokî dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın