Polîtîka

Serokê Emrîkayê Trump li Îsraîlê ye

Serokê Emrîkayê Trump: "Sedema sereke ya ziyareta min a Îsraîlê, destnîşankirina wê yekê ye ku xirabkirina têkiliya di navbera Emrîka û Îsraîlê da ne mumkin e"

22.05.2017 - Rojanekırın : 23.05.2017
Serokê Emrîkayê Trump li Îsraîlê ye

Tel Aviv

TEL AVÎV

 Serokê Emrîkayê Donald Trump ku bi boneya ziyareta fermî hat Îsraîlê, diyar kir ku sedema sereke ya ziyareta wî, destnîşankirina wê yekê ye ku xirabkirina têkiliya di navbera Emrîkayê û Îsraîlê da ne mumkin e.

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û rayedarên pilebilind di merasîma pêşwazîkirina Serokê Emrîkayê Trump a li balafirgeha Ben Gurion a li nêzîkî Tel Avîva paytextê Îsraîlê da amade bûn.

Serokê Emrîkayê Trump di merasima pêşwazîkirinê da axivî û wiha got, "Sedema sereke ya ziyareta min a Îsraîlê, destnîşankirina wê yekê ye ku xirabkirina têkiliya di navbera Emrîka û Îsraîlê da ne mumkin e."

Trump di axaftina xwe da behsa zîrveya li Riyada paytextê Erebistana Siûdî jî kir û wiha got, "Di seredanên xwe yên vê axiriyê da min hêviyên nû dîtin. Li pêşiya me derfeteke bêhempa heye ku em li vê herêmê terorê nehêlin, pêbawerî, ewlehî, îstiqrar û aştiyê bînin. Heger em bi hev ra bixebitin, ev yek dikare pêk were. Rêyeke din tuneye. Em ji Îsraîlê hez dikin û rêza me jê ra heye."

Ji hêla din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî di merasîma pêşwazîkirinê da axaftinek kir, ziyareta Trump a Îsraîlê wekî "dîrokî" tewsîf kir û wiha got, "Heta niha tu serokekî Emrîkayê ziyareta xwe ya yekemîn a dervayê welat bona Îsraîlê nekiribû. Ev bona me ziyareteke dîrokî ye."

Tê pêşbînîkirin ku Trumpê piştî hevdîtinên bi rayedarên Îsraîlê ra wê sibê derbasî bajarê Beytullehîma Şerîeya Rojava ya dagirkirî bibe û bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ra bicive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.