Polîtîka

Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu: Li hemberî provokasyonan me nivîseke 12 madeyî amade kir

Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu destnîşan kir ku li hemberî provokasyonan wan duh êvarê nivîseke 12 madeyî amade kir û wiha got, "Me got, çi dibêjin bira bêjin, bi tenê ji bo wan çepikan lêdin."

Önder Beyter  | 27.06.2017 - Rojanekırın : 28.06.2017
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu: Li hemberî provokasyonan me nivîseke 12 madeyî amade kir

Ankara

ANKARA

 Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu meşa xwe ya ku wekî berteka tewqûfkirina Parlementerê Stenbolê yê ji partiya xwe Enîs Berberoglu dest pê kiribû, didomîne.

Kiliçdaroglu li Tesîsên Varan ên Çiyayê Boluyê ku li navçeya Kaynaşliyê ye, daxuyanî da rojnamegeran û got ku îro roja 13emîn a meşê ye.

Kiliçdarogu di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em îro warê Koroxlî diterikînin. Silav li Koroxlî. Silav li kesên mîna Koroxlî. Em ji bona wan dimeşin. Em ji bona edaletê dimeşin. Bira kesek aciz nebe. Li hemberî provokasyonan me duh êvarê nivîseke ku ji 12 madeyan pêk tê amade kir û emê li hemû kesên beşdar belav bikin. Me got, nebî nebî ji kesên ku me protesto dikin, gotineke giran bêjin û êrîşî wan bikin. Çi dibêjin bira bêjin, lê hûn bi tenê ji bo wan li çepikan bidin. Ango ev jî helwesta me ya demokratîk û baweriya me ya bi edaletê dide nîşan."

Kiliçdaroglu piştî daxuyaniyê cardin dest bi meşê kir.

Malbata Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz û Ethem Sarisulukê ku di bûyerên Parka Geziyê da miribûn jî beşdarî beşa îro ya meşê dibin.

Kortej ligel durişma "edalet"ê meşa xwe didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.