Tirkiye, Polîtîka

Soylu: "Li Rojava çi hebe dê li Rojhilatê Başûr jî ew hebe"

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu got: "Li Rojava çi hebe dê li Rojhilatê Başûr jî ew hebe. Em tenê terorê xelas nakin, emê gencên xwe jî bi îstîxdam û kitêbê re bidin nasîn. Serdema derketina zarok û gencên me bo çiyê bidawî hat."

Muhammet Kurşun  | 03.06.2017 - Rojanekırın : 04.06.2017
Soylu: "Li Rojava çi hebe dê li Rojhilatê Başûr jî ew hebe"

Mardin

MARDÎN (AA) - Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, der barê şerê terorê û pêşketina Rojhilatê Başûr de got: "Li Rojava çi hebe dê li Rojhilatê Başûr jî ew hebe. Em tenê terorê xelas nakin, emê gencên xwe jî bi îstîxdam û kitêbê re bidin nasîn. Serdema derketina zarok û gencên me bo çiyê bidawî hat. Em dixwazin îdî li çiyayan pîknîkê bikin, aramiyê bibînin."

Soylu beşdarî bernameya fitarê bû ku Şaredarî û Walîtiya Mêrdînê ji bo 3 hezar û 500 kesî dabûn.

Wezîrê Navxweyî behsa xizmet û xebatên şaredariyên ku ji aliyê wan ve hatine wezîfedarkirin kir û wiha axivî:

"Ji aliyekî ve em rê çêdikin û ji aliyekî din ve jî em averêyê çêdikin. Herwiha em parkên zarokan çêdikin û hewl didin ku welatiyên me rehet bikin. Pere naçin ji terorê re. Pere ji xendeq û çalan re naçin. Pere ji biratiya millet, xizmet û millet re diçe."

Herwiha got: "Li Rojava çi hebe dê li Rojhilatê Başûr jî ew hebe. Em tenê terorê xelas nakin, emê gencên xwe jî bi îstîxdam û kitêbê re bidin nasîn. Serdema derketina zarok û gencên me bo çiyê bidawî hat. Em dixwazin îdî li çiyayan pîknîkê bikin, aramiyê bibînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın