Polîtîka

Tesîra girtina balafirgehan li ser bazara Herêma Kurdistanê

Piştî sekinandina seferên balafiran li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistana Iraqê, bazara kirrîn û firotinê hinekî sistî bi xwe ve dîtiye lê hê tesîreke pir mezin li ser bazirganiya giştî çênebûye

Hemin Hüseyin  | 10.10.2017 - Rojanekırın : 10.10.2017
Tesîra girtina balafirgehan li ser bazara Herêma Kurdistanê

Arbil

HEWLÊR 

Piştî sekinandina seferên balafiran li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistana Iraqê, bazara kirrîn û firotinê hinekî sistî bi xwe ve dîtiye lê hê tesîreke pir mezin li ser bazirganiya giştî çênebûye.

Berdevkê Sendîkaya Zêrîngerên Hewlêrê Hendirên Wertî, der barê mijarê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku piştî şerê rêxistina terorî DEAŞê jî di tevgera bazarê de hinekî sistî çêbûbû û piştî girtina balafirxaneyan jî bivênevê tesîreke neyênî hatiye meydanê.

Hendirên Wertê der heqê mijarê de wiha agahî dan:

"Berî girtina balafirxaneyan bazara Herêma Kurdistanê rastî qeyraneke navxweyî hatibû. Qeyran di hemû sektorên aboriyê de hat hîskirin. Lewra şerê DEAŞê tesîreke xerab durist kiribû. Piştî girtina balafirgehan jî helbet tesîreke neyênî çêbûye, lê ne ew qasî mezin."

Berdevkê Sendîkayê bal kişand ser wê yekê ku tesîra neyênî ya vê rewşê ji Herêma Kurdistanê zêdetir li ser naverast û başûrê Iraqê çêbûye. Ewî diyar kir ku bo nimûne li bazara Bexdayê, ne tenê di zêr de di sebze û mêwe de jî tesîreke xerab derketiye holê.

Li ser heman meseleyê Hendirên Wertî zêdetir wiha malûmat dan:

"Do bazirganên bajarê Necefê nerazîbûna xwe gihandin hikûmeta Iraqê. Ew dibêjin emê bikevin grevê. Wisa dixuyê ku dê zêrîngerên Iraqê dengê xwe derxin, lewra yên li Herêma Kurdistanê yedekekî wan ê baş heye û dikarin wan bi kar bînin."

Herwiha anî ziman ku nêzîkî 2 hezar şirketên Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê kar dikin û ew jî dê rastî vê qeyranê werin.

Li ser rêjeya zêrîngeran jî Berdevkê Sendîkayê got li Herêma Kurdistana Iraqê 2 hezar zêrînger kar dikin û 500 ji van di sînorê Hewlêrê de ne.

Herçiqas îsal temam nebûye jî Wertî destnîşan dike ku heta niha 25 ton zêr hatiye ku ev rêje di sala 2013an de 113 ton bûye.

Zêrîngerekî li Hewlêrê bi navê Nizar Rewandûzî, tîne ziman ku tesîra sekinandina balafiran li ser wan jî heye, lê ne ew qasî zêde. Li gor Rewandûzî tesîra zêdetir ya vê rewşê li ser başûrê Iraqê ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.