Polîtîka

"Tirkiye wek wijdana dinyayê hereket dike"

Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Mîsyona Tirkiyeyê ew e ku ji heqîqetê ra xizmetê bike, bibe deng, aqil û wijdana mezlûman. Tirkiyeya wek wijdana dinyayê hereket dike û wê vê bidomîne jî."

İbrahim Atmaca  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Tirkiye wek wijdana dinyayê hereket dike"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Otêla Conrad Bosphorusê di vekirina "TRT World Forumê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê ragihandinê ya globel e da axivî.

Serokwezîr Yildirim der barê TRT Worldê da wiha got: "TRT World ji bo ku nûçegihaniyeke dirust bike, însanan ji rastiyê haydar bike û herwiha bibe dengê bêdengan, hat damezirandin. Wate, TRT World wekî îtirazeke dijî helwesta heyî ya çapemeniyê, pêk hat. Ez wekî mensûbê welat û tevgereke siyasî ku di nûçegihaniyê da gelekî neheqî lê hatine kirin, dibêjim ku di nûçegihaniyê da bi tenê veguhastina rastiyê têrê dike."

Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir li dinyayê teror belav dibe û wiha axivî: Em dibînin ku li dinyayê her ku diçe teror belavtir dibe. Em dibînin ku bi taybetî jî li welatên pêşketî ligel tundrewiyê, dijmintiya biyaniyan jî zêde bûye. Di ser da jî ev pêla tundrewîbûnê li Ewropaya ku li gorî me demokrasiya wê pêşketî ye, dest pê kiriye. Ev yek cihê fikarê ye." 

Serokwezîr Yildirim derbarê xebatên Tikiyeyê da wiha got: "Çalakiyên me bi tenê li Tirkiyeyê nînin, sînorek li ser tune. Li ku dera dinyayê tiştek bê serê merivan, bobelatek çêbe û însan hewcedar bibin Tirkiye bi saziyên xwe yên Hîva Sor, AFAD û TÎKAyê û hemû saziyên civaka sivîl ra digihêje wan û aliyê wan dike. Tirkiye bi kirinên xwe va dibe wijdana dinyayê. Li ku derê birînek hebe li gor şaristanî û nirxên xwe yên dîrokî em berpirsyariya xwe bi cî tînin."

Yildirim wiha got: Li ku derê derkeve pêşiya me bira derkeve em terorê wek dijminê mirovahiyê dibînin. Teror bela serê mirovahiyê ye. Divê li her derê bêyî ku jê ra musamaha were nîşandan û bêyî ferq û cudatiyê were lenetkirin, divê bi tevkariya gerdûnî va (dewlet) bi tundî terorê ra têkoşînê bidin."

Serokwezîr Yildirim derheqê nijadperestiyê da wiha axivî: "Di vê serdema me de nijadparêzî, dijminiya biyaniyan, dijminiya îslamê ku roj bi roj zêdetir dibe û belav dibe, dibe sedema ji hev veqetîn û perçebûna civakan. Di meseleyên wiha de lazime em bibin yek û bi hevdu re bertek nîşan bidin, teqez divê zimanekî xweşbîn bê pêşvebirin. Divê em tucarî firsendê nedin ku îdeolojiyên radîkal derkevin holê û xurt bibin."

Yildirim bal kişand ser pêvajoya Astanayê û wiha got: "Me ji bo agirbesta Sûriyeyê bi Rûsya û Îranê re pêvajoya Astanayê da destpêkirin. Ev hewldana me di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî niha ji li Cenevreyê dewam dike. Me di çarçoveya pêvajoya Astanayê de, bi Îranê re niha ji bo ewlehiya li Îdliba Sûriyeyê û pevçûnên wê derê bisekinin xebatek da destpêkirin. Ji bo Sûriyeyeke yekparçe û demokratîk ku bê avakirin tiştê ji destê me tê em ê bikin û her dem em ê arîkariyê bidin."

Serokwezîr Yildirim wiha got: "Em li bendê ne ku rêveberiya navendî ya Iraqê li herêmên wek Mûsila ku ji DEAŞê û Kerkûka ku ji pêşmergeyan stand demografiya ku Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê bi zext û tundiyê guherandibû li gor dîrokê vegerîne halê xwe yê berê."

Yildirim derbarê alîkariyên mirovahiyê yên Tirkiyeyê da wiha axivî: "Li Ewropayê neyartiya dijî koçber û kesên biyanî ev demek e êdî di siyasetê da jî xwe nîşan dide. Bi rastî ev yeka wan fikarên ku beriya vê me anîbûn rojevê piştrast dike. Tirkiye van rûdanan jî dide ber çavan û wisa polîtîkaya xwe ya dorfireh û dilovane didomîne. Em derdê Sûriyeyê ji xwe re çiqasî dikin derd, em derdê Arakanê jî piştguh nakin. Em çiqasî arîkariya Filîstinê bikin, em ewqasî jî arîkariyê Somaliyê dikin."

Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser Mertalê Feratê û wiha got: "Me bi Mertalê Feratê re qadeke 2 hezar kîlometre qereyî ji DEAŞê paqij kir û me derfet da birayên xwe yên ji Sûriyeyê ku vegerin wê derê bi cî û war bibin. Me li herêmê di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê de ji 3 hezar û 600î zêdetir endamên DEAŞa rêxistina terorê berteref kirin. Îro tu welatî bi tena serê xwe li hemberî DEAŞê serkeftineke wiha bi dest nexistiye. Ya ku me kir tenê ev jî nîne, me 4 hezar û 500 endamên DEAŞê jî girtin, avêtin girtîgehan û me pêşî li 50 hezarî zêdetir milîtanên ku xwestin di ser welatê me re herin herêmê û tevî DEAŞê bibin girt."

Yildirim destnîşan kir di mijara Iraqê da helwesta wan eşkere û wiha got: "Di mijara Iraqê da jî helwesta me eşkere ye. Tirkiye girîngiyeke mezin dide yekparetiya axa Iraqê û mihafazakirina yekîtiya siyasî ya Iraqê. Digel hişyariyên civata navneteweyî li Bakurê Iraqê referandumeke nemeşrû ku bi eşkere makezagona Iraqê binpê kir, hat kirin. Hikûmeta Iraqê ji bo ku di nav sînorê welatê xwe da desthilatiya makezagonî tesîs bike, gav avêtin û em piştgiriyê didin van gavan. Wek Tirkiyeyê em ê jî di vê mijarê da gavan bavêjin. Em yek û yek van gavan davêjin. Me qada xwe ya hewayê girt, pêvajoya ku deriyên sînor dewrî rêvebiriya navendî bibe me da destpêkirin. Ji ber vê yekê em biryardariya xwe didomînin ku di nav yekparetiya axa Iraqê da hemû nijad bi hev ra bijîn."

Serokwezîr bal kişand ser terorê û wiha axivî: "Teror encam e. Ji ber vê welatê me li dijî rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK, YPG, PYDyê yên ku ji bêîstiqrariya li Iraq û Sûriyeyê xweyî dibin, didomîne. Em li dijî rêxistinên terorî yên destbixwîn ên ku dixwazin bi derbeyê rejima me ya demokratîk ya meşrû biguherînin bi biyardarî têkoşînê didomînin. Di vê mijarê da hêviya me ji welatên dost û mittefiq ew e ku bi semîmiyet tevbigerin û hevkariyeke zêde bikin."

Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Îro NY ji bo pirsgirêkên li Efxanistan, Filîstîn, Qibrîs û gelek heremên din bi salan in hene dikare çareseriyekê bibîne? Na. Çima? Çimkî dibe teref. 5 birayên Konseya Ewlehiya NYê hene. Ji van 5 birayan yek dibe alîgirê hinekan, bi tena serê xwe rê li ber hemû çareseriyê digire. Yê din dijî li hember wî ji bo pirsgirêkeke li heremeke din dibe teref, ew jî dibe asteng. Ji ber vê yekê pirsgirêk nayên çareserkirin. Pirsgirêk bi vî awayî ji neviyan dimînin. Wiha em nikarin xwe bigihînin cihekî." 

Serokwezîr Yildirim der barê êrişa bombeyî ya li Somaliyê da wiha got: "Xwedê rehma xwe li hemû xwîşk û birayên me yên di vê êrîşa terorê ya hovane da hatin kuştin bike. Ez vê êrişa terorî ya bêbext bi tundî şermezar dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın