Tirkiye, Polîtîka, Dinya

Tirkiyeyê protestoya bi devkî û nivîskî ji Emrîkayê re ragihand

Wezareta Karên Derva: "Me îro bangî Balyozê Emrîkayê kir û li Wezaretê bi devkî û nivîskî ev tevger protesto kirin."

Türkan Tosun  | 22.05.2017 - Rojanekırın : 23.05.2017
Tirkiyeyê protestoya bi devkî û nivîskî ji Emrîkayê re ragihand

Ankara

ANKARA

Balyozê Emrîkayê li Enqereyê John Bass, ji ber tevgerên êrişkar ên personelê ewlehiya Emrîkayê di ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de li dijî parêzvanên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bo Wezareta Karên Derva hat gazîkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da van îfadeyan cih girt:

"Hefteya borî di ziyareta Washîngtonê ya Serokomarê me de li ber Kançilaryaya Balyozxaneyê xebatkarên ewlehiyê yên Emrîkayê li hember Birêz Wezîrê me û parêzvanên wî li dijî qaydeyên dîplomatîk û teamulan, li dijî profesyoneltiyê bi êrişkarane tevgeriyan. Me îro bangî Balyozê Emrîkayê kir û li Wezaretê bi devkî û nivîskî ev tevger protesto kirin. Me bi fermî daxwaz kir ku meqamên Emrîkayê lêkolîna vê bûyerê bikin û daxuyaniyekê bidin me."

Herwiha daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di hevdîtina Balyozê Emrîkayê de hat ragihandin ku zafiyetên ewlehiyên yên ji ber ku meqamên Emrîkayê tevdîrên pêwîst wernegirtin hatin dîtin bi tu awayî tesîrê li ser ziyareta ku baş derbas bû  çênake."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın