Polîtîka, Dinya

Trump: "Divê destûr neyê dayîn ku Îranê çeka nukleerî bidest bixe"

Serokê Emrîkayê Donald Trump got: "Dewletên dinyayê ku welatên îslamî jî di nav de hene, di vê mijarê de xwedî heman qenaetê ne."

Muhammet Kurşun  | 22.05.2017 - Rojanekırın : 23.05.2017
Trump: "Divê destûr neyê dayîn ku Îranê çeka nukleerî bidest bixe"

Quds

QUDS (AA) – Serokê Emrîkayê Donald Trumpê ku seredana Îsraîlê kir got: "Divê destûr neyê dayîn ku Îranê çeka nukleerî bidest bixe."

Trump, digel Serkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin li Qudsa Rojava civiya. Piştî civînê daxuyaniya hevpar a çapemeniyê dan û Trump got: "Divê destûr neyê dayîn ku Îranê çeka nukleerî bidest bixe. Divê perwerdeya eskerî û piştgiriya malî ya Îranê bo rêxistinên terorî yên qatil derhal were sekinandin."

Diyar kir ku hemû dinya li dijî tevgerên Îranê yên li herêmê ne û wiha axivî:

"Dewletên dinyayê ku welatên îslamî jî di nav de hene, di vê mijarê de xwedî heman qenaetê ne. Cesareta ku van tînim ziman jî ji hevdîtinên di serî de Qral Selman ên ku min bi serokên welatên misilman re kiriye hatiye min."

Serokê Emrîkayê destnîşan kir ku tehdîdên Îranê ne tenê li dijî Îsraîlê ne û dewam kir: "Gelek welatên misilman hene ku dibêjin Îran xetereke mezin e. Guman tuneye ku Îran tehdîdek e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın