Polîtîka

Têkiliyên Tirkiye-Îranê

Balyozê Tehranê yê Tirkiyeyê Riza Hakan Tekîn diyar kir, di van rojên betlaneya Cejna Newrozê nêzîk bû da, li Îranê kampanyayên reşkirinê yên ku dijî Tirkiyeyê tên meşandin, zererê didin têkiliyên dostane yên navbera herdu welatan

13.03.2017 - Rojanekırın : 14.03.2017
Têkiliyên Tirkiye-Îranê

Tahran

TEHRAN

Balyozê Tehranê yê Tirkiyeyê Riza Hakan Tekîn diyar kir, di van rojên betlaneya Cejna Newrozê nêzîk bû da, li Îranê kampanyayên reşkirinê yên ku dijî Tirkiyeyê tên meşandin, zirarê didin têkiliyên dostane yên navbera herdu welatan.

Di navbera Tirkiye û Îranê da mijara tûrîzmê dibe sedem ku gelê her du welatan hevdu nas bikin, nêzîkê hevdu bibin, tevkariyên aborî û çandî zêde bibin.

Di van rojên dawîn da rayedarên îranî dibêjin ku "neçin Tirkiyeyê". Dibêjin ku ev daxuyanî zereê dide têkiliyên herdu welatan.

Tekîn der heqê propagandayên reşkirinê yên ku li Îranê tên meşandin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku terciha tatîlan li gor mirovan e û divê ev yek ji îradeya azad a mirovan ra were hiştin.

Tekîn wiha got: "Terciha tatîlê mafek e û divê mirov biryarê bidin. Hin girseyên ku di nav wan da qismek rayedarên fermî jî hene, naxwazin ku îranî biçin Tirkiyeyê. Ji vê aciz dibin."

Tekîn bi bîr xist ku piştî hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê, Îranê tûrên Tirkiyeyê qedexe kirin û wiha dewam kir: "Me piştî mehekê ev qedexe rakir. Li Îranê hin girse, hewla derbeyê û hin bûyerên terorê ji bo astengkirina tûrîstên ku diçin Tirkiyeyê, îstismar dike."

Tekîn got: "Em li bendê nînin ku miqamên Îranê çûyîna Tirkiyeyê ji welatiyên xwe ra teşwîq bike. Em tenê li bendê ne ku ji bo reşkirinê gotin neyên gotin û ev gotin û kirin werin astengkirin."

Tekîn diyar kir, beriya tatîla Newrozê ew daxuyaniyên bi vî rengî qesdî dibînin û wiha dewam kir: "Beriya Newrozê çêkirina atmosfereke tirsê helwesteke dostane nîne. Em ji bo van daxuyaniyan metel dimînin. Heke ji gel ra were hîştin, gelê biryara xwe bide ka bê wê here ku tetîla xwe bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.