Polîtîka

"Ya ku got 'Me pişta xwe da PKKê, PYDê' niha pişta xwe dide dîwar"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bo piştevanên rêxistinên terorê got: "Ez ji we ra dibêjim; em dizanin ku dostaniya we di kîjan wateyê da ye. Em pir baş dizanin ku hûn dostê kê ne, hûn bi kê ra dostaniyê dikin."

29.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
"Ya ku got 'Me pişta xwe da PKKê, PYDê' niha pişta xwe dide dîwar"

Mersin

MERSÎN

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Di operasyonên ku 4-5 roj in em dikin da em çekên nû bi dest dixin. Hey yên ku wek dost xwe didin nîşanî me, yên ku binî va çekan didin PYDê û paşê bi PKKê ra berê wan didin Tirkiyeyê, ez ji we ra dibêjim; em dizanin ku dostaniya we di kîjan wateyê da ye. Em pir baş dizanin ku hûn dostê kê ne, hûn bi kê ra dostaniyê dikin."

Soylu li Sîlîfkeya navçeya Mêrsînê bi mixtar û nûnerên saziyên civata sivîl ra civîn kir û got ku têkoşîna terorê dewam dike.

Soylu diyar kir, DEAŞ bi pereşûtan anîn vê erdnîgariyê û wiha dewam kir:

"Hey yên ku wek dost xwe didin nîşanî me, yên ku binî va çekan didin PYDê û paşê bi PKKê ra berê wan didin Tirkiyeyê, ez ji we ra dibêjim; em dizanin ku dostaniya we di kîjan wateyê da ye. Em pir baş dizanin ku hûn dostê kê ne, hûn bi kê ra dostaniyê dikin. Em vê jî dizanin ku we ew çek şandin ku li dijî yekîtî, pêkvetî, biratiya mirovên me û şaristaniya mezin a vî welatî sûc werin kirin. Em dizanin ku merivên we yên hindur jî çi karî dikin."

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir, hat gotin ku "Em ê TCê bi tûka xwe bixeniqînin." û wiha dewam kir: "Haydê vêga bixeniqîne. Haydê bixeniqîne. Ew roj gotina te diçû pêş. Hinek wêrek bûyî. Haydê bixeniqîne. Tenê ew qas bû? Tiştekî din jî gotin, 'Me pişta xwe da PKKê, PYDê.' Ya ku ew gotin got, niha pişta xwe dide dîwar. Gotin 'Em ê xweseriyê îlan bikin'. Hûn ê li ku derê xweseriyê îlan bikin? Li Cizîrê, Nisêbînê, Vartoyê... Ew der wa li wê derê ne. Haydê bike. Bike û cardin bêje ku em hedê te nîşanî te bidin. Haydê em bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.