Polîtîka

Yildirim der barê rewşa tenduristiya Baykal de agahî sitandin

Serokwezîr Yildirim der barê rewşa tenduristiya wî de bi Asli Baykala keça Baykalê Parlementerê Antalyayê yê CHPê yê ku tedawiya wî didome re li Munîhê hevdîtin kir.

Elif Orhan  | 17.02.2018 - Rojanekırın : 17.02.2018
Yildirim der barê rewşa tenduristiya Baykal de agahî sitandin

Ankara

ANKARA 

Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê rewşa tenduristiya Denîz Baykalê Parlementerê Antalyayê û Serokê Giştî yê CHPê yê berê yê ku tedawiya wî didome de bi keça wî Asli Baykal re hevdîtin kir.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serokwezîr Yildirim di çarçoveya ziyaretên xwe yên li Almanyayê de bi Asli Baykala keça Denîz Baykal re hevdîtin kir.

Yildirim ji Asli Baykala keça Baykalê ku li nexweşxaneyekî taybet ê li Munîhê tê dermankirin der barê rewşa bavê wê de agahî sitand.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Yildirim xwest ku Baykal li nexweşxaneyê ziyaret bike lê belê ji ber hişyariya doxtoran a ji bo xetereya enfeksiyonê nekariye vê ziyaretê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın