Yildirim wê bi Barzanî ra hevdîtinê bike
Serokwezîr Yildirim wê bi saeta Tirkiyeyê di 13.30î da li Munîhê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ra hevdîtinê bike
Schleswig-Holstein
MUNÎH
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê li Munîhê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ra hevdîtinê bike
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat hildan, Serokwezîr Yildirim ji bo ku beşdarî 53emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî bibe û ji bo hin ziyaretên fermî li Almanyayê ye. Yildirim wê di çarçoveya hevdîtinan da bi Serokê HKIyê Barzanî ra kom bibe.
Hevdîtin dê li gor saeta Tirkiyeyê di 13.30î da dest pê bike û Barzanî û Yildirim, têkoşîna terorê di serî da wê li ser mijarên herêmî û navneteweyî bisekinin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.