Polîtîka

"YPG/PYD şaxa rêxistina terorê ya cudaxwaz a li Sûriyeyê ye"

Serokwezîr Yildirim: "Jixwe yên zanin hene yên nizanin hene; YPG/PYD şaxa rêxistina terorê ya cudaxwaz a Sûriyeyê ye û Tirkiye 40 sal e ku li dijî wê têdikoşe. Herdu wek hev in û heman rêxistina terorê ne."

17.02.2018 - Rojanekırın : 18.02.2018
"YPG/PYD şaxa rêxistina terorê ya cudaxwaz a li Sûriyeyê ye"

Schleswig-Holstein

MUNÎH

Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi qasî 10 hezar mensûbên DEAŞê hene. Ez bi kêm zêdeyî dibêjim. 5 hezar û 800 şervanên biyanî me ji sînorê xwe derbas nekirin, paşve şandin. Hûnê bibêjin evana ji kê derê tên? Ji welatên Ewropayê tên. Tevlî vê me rê neda 4 hezar gumanbarî jî û deriyên xwe yên sînor jî ji bo 56 hezar û 300 kesên mimkun e têkiliya wan bi DEAŞê ra hebe girt û hatina wan qedexe kir."

Yildirim di rûniştina sereke ya Konferansa Munîhê ya Navneteweyî da xîtabî beşdarvanan kir.

Di axaftina xwe da Yildirim bal kişand ser eleqedariya ji bo konferansê û got ku ji sala 2017an vir va divê li rûdanên der heqê penaber, têkoşîna dijî terorê û ewlehiya li dinyayê bê mêzekirin.

Serokwezîr Yildirim got ku 911 kîlomtre sînor di navbera Sûriye û Tirkiyeyê da heye û qala şerê navxweyî yê ev 7 sal in li Sûriyeyê didome kir û wiha pê da çû: "Tirkiye kiryarê vî şerê hanê nîne û ne jî bûye sedem. Lê encamên vî şerê hanê bi rasterast li ser Tirkiyeyê bandorê dikin û em dikarin Urdin û Libnanê jî lê zêde bikin. Di nav 7 salên dawîn da me deriyê xwe li 3 milyon û 500 hezar welatiyên Sûriyeyê ku ji bo xilaskirina canê xwe hatine vekiriye."

- "Dinyayê bala xwe daye ser têkoşîn li dijî DEAŞê"

Yildirim destnîşan kir ku li herêmê têkoşîneke bêhempa heye û wiha dewam kir: "Hemû dinyayê niha bala xwe daye têkoşîna dijî DEAŞê lê li wê derê teror bi tenê DEAŞ nîne. Bi DEAŞê ra têkoşîn çawa tê kirin? Koalîsyon, Rûsya, Tirkiye, Îran heye. Ji 70yî zêdetir welat hene. Em bi DEAŞê ra têdikoşin. Li hemberî me kî heye? 5 hezar, 6 hezar de bibêjim 10 hezar talanker hene. Di vê têkoşînê da em di kîjan merheleyê da ne? Di rastiyê da kî vê têkoşînê dike? Divê mirov li vana binihêre wê bi kêr bê."

Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe da got: "Amerîkayê bi YPG/PYDyê re hevkariyek kir ku DEAŞê ji holê rake. Hin kes dizanin hin kes jî nezanin, lê YPG/PYD navê wê rêxistina terorê ye ku Tirkiye ev 40 sal e bi wê re têkoşînê dike. Herdu yek in, heman rêxistin in."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.