Polîtîka

Zerîf: "Li Iraqê çareseriya leşkerî ne pêkan e, divê teqez çareseriya siyasî çêbe"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir, li dinyayê tu welatek bi tena serê xwe an jî bi welatên din ra rabe welatekî din li xwe heram bike, nikare di warê ewlehiyê da serkeftî bibe.

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Zerîf: "Li Iraqê çareseriya leşkerî ne pêkan e, divê teqez çareseriya siyasî çêbe"

Berlin

MUNÎH

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf diyar kir, li dinyayê tu welatek bi tena serê xwe an jî bi welatên din ra rabe welatekî din li xwe heram bike, nikare di warê ewlehiyê da serkeftî bibe.

Wezîr Zerîf di 53emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî da axivî û got ku kabûsa terorê ne tenê ji ber dînamîkên Asyaya Rojava dertê, mirovên ku li vê herêmê dijîn xwe wek vederkirî hîs dikin û perspektîfa wan tuneye û ji ber vê yekê bi îmaja dijmintiya ku li derva bi zanetî li wan tê kirin, bawer kirine.

Zerîf diyar kir, welatên rojava jî welatên wek Îranê bi piştgirîdayîna terorê va sûcdar dikin, sûcdarkirin ji bo wan welatan hêsan e, lê berevajiyê vê divê hemû welat werin cem hev û li gor daxwaz û hêviyên hevûdin tevbigerin û wiha dewam kir: " Li dinyayê tu welatek bi tena serê xwe an jî bi welatên din ra rabe welatekî din li xwe heram bike, nikare di warê ewlehiyê da serkeftî bibe."

Wezîrê Îranê diyar kir ku li Iraqê çareseriya leşkerî ne mimkûn e, teqez çareseriyeke siyasî divê pêk were û ji bo vê jî divê layen bi zarekî guncan gotûbêjan bikin û bala xwe bidin daxwazên hevdu.

Herwiha bal kişand ser rêkeftina nukleerê ya welatê wî, di xwe da derseke pir girîng a siyasî dihewîne.

Li ser pirsa gelo Îran dikare di çendek mawe da çeka nukleerê çêke Zerîf got ku divê hemû dinya ji çekên nukleerê bên xalîkirin û wiha xeber da, "Emê çeka nukleerê çênekin, noqte. Çekên nukleerê ne dikare ewlekariya me ne jî ya tu kesekî din bicih bîne."

Der heqê bi destê rejima Esed emilandina çeka kîmyewî da got ku qewimînên li Sûriyeyê karesat in û herwiha destnîşan kir ku divê ji bo hemû mirovahiyê, rê nedin emilandina çekên kîmyewî.

Zerîf ji bo pirsa gelo ew amade ne ku digel Îsraîlê jî hevdîtinan bikin an na, bi tenê got ku ewê digel hemû welatên cîran ên ku ew wek "bira" dibînin, hevdîtinê bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın