Polîtîka

Îstifayên ji konseya şêwirmendiya Trump dewam dikin

2 rêvebirên yekîtiya sendîkayan yên li DYAyê dev ji Konseya Şêwirmendan ya Donald Trumpê Serokê DYAyê berdan.

16.08.2017 - Rojanekırın : 16.08.2017
Îstifayên ji konseya şêwirmendiya Trump dewam dikin

Washington DC

WASHINGTON

2 rêvebirên yekîtiya sendîkayan yên li DYAyê dev ji Konseya Şêwirmendan ya Donald Trumpê Serokê DYAyê berdan.

Piştî bûyerên tundiyê yên dawiya hefteyê li DYAyê pêk hatin hejmara kesên ji konseya şêwirmendan îstifa kirin derket 6an.

Richard Trumkayê Serokê Kongreya Rêxistinên Endustriyê û Federasyona Sendîkayên Karkeran ya DYAyê (AFL-CIO) û Thea Leeyê Wekîlê Midûr ragihandin dev ji Konseya Şêwirmendan berdane.

Do jî serokên lijneya îcrayê (CEO) yên Under Armourê ku şirketa amûrên sporê ye û Intela şirketa teknolojiyê ya Amerîkayê ragihandibûn ku ji "Konseya Pîşesaziyê ya Amerîkayê" ku şêwirmendiya Donald Trumpê Serokê DYAyê dike derketine.

Brian Krzanichê CEOyê Intelê û Kevin Plankê CEOyê Under Armourê ji "Konseya Pîşesaziyê ya Amerîkayê" derketibûn. Wek mayîn Scott Paulê Serokê Yekîtiya Îmalatan a Amerîkayê jî îstifa kiribû.

Li Charlottesvilleya bajarê eyaleta Virginiayê di meşa amerîkayiyên radîkal û çalakiyên komên dijî wan da dawiya hefteyê bûyerên tundiyê derketin û cara ewil Kenneth Frazierê CEOyê Mercka şirketa dermanan îstifa kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın