Spor

Barcelonayê lîdertiya xwe parast

Di 26emîn hefteya La Lîgayê de Barcelonayê 5 û 0 tîma Celta de Vîgoyê têk bir û lîdertiya xwe parast

05.03.2017 - Rojanekırın : 05.03.2017
Barcelonayê lîdertiya xwe parast

Madrid

MADRÎD

 Tîma Barcelonayê di 26emîn hefteya Lîga Futbolê ya 1emîn (La Lîga) a Îspanyayê de tîma Celta de Vîgoyê 5 û 0 têk bir û lîdertiya xwe parast.

Pêşbirka di navbera Barcelona û Celta de Vîgoyê li Stada Nou Campê hat lîstin û pêşbirk 5 û 0 bidawî bû.

Lîonel Messî di deqîqeya 24 û 63yemîn de du gol avêtin, Neymar di deqîqeya 40emîn de golek, Ivan Rakîtîc di deqîqeya 57emîn de golek, Samuel Umtîtî jî di deqîqeya 60emîn de golek avêtin. Piştî pêşbirkê puanê Barcelonayê bû 60 û tÎmê hefteya 26emîn wek lîder qedand. Celta jî bi puana 35 va di rêza 10emîn de cih girt.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.