Tirkiye

Baydemîr civîna çapemeniyê li dar xist

"Emê sibê komcivîna xwe li Diyarbekirê bikin. Bê tundî, bê kevir, bê dar emê bi temamî berxwedaneke wijdan û edaletê ku wê tê da tu enstrumanekî tundiyê tunebe, pêk bînin."

24.07.2017 - Rojanekırın : 25.07.2017
Baydemîr civîna çapemeniyê li dar xist

TBMM

TBMM

Berdevkê HDPyê û Parlementerê Şanliurfayê Osman Baydemîr got, "Emê sibê komcivîna xwe li Diyarbekirê bikin. Bê tundî, bê kevir, bê dar emê bi temamî berxwedaneke wijdan û edaletê ku wê tê da tu enstrumanekî tundiyê tunebe, pêk bînin. Emê 7 rojan ji bo wijdan, demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û aştiyeke birûmet li derva nobedê bigirin."

Baydemîr li Salona Civînê ya Rêvebirina Koma HDPyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku îro, salvegera rakirina sansurê ye û wiha xeberda, "Heger em ji hêla sansur, zext, mafê xeberstandin û mafê çapemeniyê yê xeberbelavkirinê va lê mêze bikin, îro di rastiyê da ne Cejna Çapemeniyê, cejneke reş e."

Baydemîr îdia kir ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demîrtaş û parlementerên HDPyê, 163 roj e wekî "rehîn hatine girtin" û îdiayên xwe wiha rêz kir, "Demîrtaş ji ber gotin û mixalefeta xwe di girtîgehê da ye. Tu dibê qey daraz ji bo ku ceza bide Demîrtaş, hatiye peywirdarkirin. Piştî derbeya 4ê Mijdarê der heqê hevserokê me da amadekirina îdianame û fezlekeyan didome. Ji 4ê Mijdarê vir da heya niha 16 fezlekeyên din jî hatin amadekirin."

Baydemîr ji fezlekeyên ku der heqê Demîrtaş da hatine amadekirin da nimûne parve kirin û herwiha got ku ew banga xwe ya bona Dadgeha Destûrê ya der heqê parlementerên girtî da dubare dikin û wiha got, "Edaleta derengmayî, ne edalet e û hûn xwedan li îçtihada xwe dernakevin û ev yek jî dibe sedema derengketina edaletê."

- Pirsyar

Ji bo pirsa rojnamegerekî ya "Gelo HDPyê pêvajoyeke çalakbûnê bide destpêkirin?", Baydemîr îdia kir ku siyaseta legal û demokratîk hat berterefkirin û wiha got, "Parlemento şixulê xwe nake û Parlemento kirine mîna notera partiya desthelat."

- "Emê li derva komcivînê bikin"

Baydemîr bal kişand ku ewê Komcivîna TBMMyê ya partiya xwe ya vê hefteyê li Diyarbekirê bikin û wiha pê da çû:

"Emê sibê komcivîna xwe li Diyarbekirê bikin. Bê tundî, bê kevir, bê dar emê bi temamî berxwedaneke wijdan û edaletê ku wê tê da tu enstrumanekî tundiyê tunebe, pêk bînin. Emê 7 rojan ji bo wijdan, demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û aştiyeke birûmet li derva nobedê bigirin. Emê hefteya ewil li Diyarbekirê bin. Paşê hefteya duyemîn emê li Stenbolê bin. Piştra jî emê bi dorê li Wan û Îzmirê bin. Mehekê bênavber li çar herêman wê berxwedana wijdan û edaletê dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın