Spor

Beşîktaş wê sibê here Munihê

Di tura 16emîn a Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de Beşîktaşê wê sibê here Muniha bajarê Almanyayê ku roja sêşemê derkeve pêşberî tîma Bayern Munihê

Türkan Tosun  | 18.02.2018 - Rojanekırın : 18.02.2018
Beşîktaş wê sibê here Munihê

Istanbul

ÎSTANBUL

Beşîktaş ji bo ku di tura 16emîn a Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de 20 sibatê roja sêşemê derkeve pêşberî Bayern Munîhê wê sibê here Muniha bajarê Almanyayê.

Di tura 16emîn a Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de Beşîktaşê serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Tîma Beşîktaşê sibê nîvro wê ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê bi balafireke taybet ve here Munîhê.

Rahênerê Beşîktaşê Şenol Guneş sibê bi saeta Tirkiyeyê di saet 21.00an de li qada Allîanz Arenayê ya ku wê pêşbirkê çêbibe civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Pêşbirka di navbera Bayern Munîh û Beşîktaşê wê 20 sibatê de roja sêşemê bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.45an de çêbibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.