Tirkiye

Bi otostopê li 44 welatan geriya

Xwendekarê zanîngehê Zaferullah Yildirim li pey xeyala xwe ket û bi otostopê li 44 welatan geriya.

İbrahim Atmaca  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 28.06.2017
Bi otostopê li 44 welatan geriya

Istanbul

ÎSTANBUL

Xwendekarê fakulteya hiqûqê Zaferullah Yildirim li pey xeyala xwe ket û bi otostopê li dehan welatan û li sedan bajaran geriya.

Yildirimê xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Îstanbul Medîpolê bi otostopê li 44 welatan geriya û mirov nas kirin û çandên cuda cuda dîtin.

Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çîroka wî ya gerê cara ewil di sala 2005an da li Sêwasê dest pê kir û ew û malbata xwe bi wesaîta malbatê va çûn Umreyê.

Yildirim diyar kir, piştî ziyareta Umreyê eşqa wî ya gerê dest pê kir û di sala 2015an pê va jî ew êdî bû gerok, li ser Facebookê tevlî komeke gerok bû û bi tena serê xwe cara ewil derkete derveyî welêt, bi 10 kesên ku qet nas nedikir ra çû Filistînê.

Yildirim got ku ew bi otostopê va li her derê Filistînê geriya û wiha dewam kir:

"Ez dikarim bêjim ku min cara ewil li Filistînê xwe nas kir. Piştî ku ez ji Filistînê vegeriyam û 2 roj şûnda, li nav Tirkiyeyê derketim tûrê. Piştî wê tûrê ez li ser Behra Reş ra derbasî Gurcistan, Rûsya, Azerbeycan, Îran û Nexcivanê bûm û vegeriyam welêt. Ji wê rojê pê va ez dertêm derveyî welêt û digerim. Ez nexşeyekê didim ber xwe, cihê ku ez dixwazim lê bigerim îşaret dikim û boyax dikim. Ez heta niha li 44 welatan geriyame. Gerên min ên ewil piranî li welatên Ewropayê ne. Piştra min berê xwe da Asyayê. Herî dawî çûm Srî Lanka û Hindistanê. Li Kazakistan û Kirgizistanê jî geriyam."

Yildirim diyar kir, ew li Ewropayê bi otostopê digeriya û bi vî hawî ji perê bilêta balafirê filitî, ji bilî perê balafirê ew bi 40-50 dolarî bi rê diket.

Yildirim got ku dema ku ew bê pere dima, li cihekî rûdinişt û tembûr lê dida û bi wî hawî herî kêm jê ra 30-40 ewro dihat.

Zaferullah Yildirim got ku wî ji bo cihê razanê jî tewekeliya xwe dida Xwedê û wisa hereket dikir, carinan li ser sepanên têlefonê ji mirovan ra peyam dişand, kesên ku qebûl dikirin ew diçû û li mala wan dima, dema ku cih nedîta jî di konê xwe yê ku bi xwe ra digerand da radiza.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın