Tirkiye

"Bi Rûsyayê ra mizakereyên dawîn di gulanê da ne"

"Alîkarê Serokwezîr Şîmşek: "Li Moskovayê hevdîtinên me yên navheyetî mifadar derbas bûn. Hefteya pêşiya me ji Rûsyayê heyeteke teknîkî wê were Tirkiyeyê."

19.04.2017 - Rojanekırın : 19.04.2017
"Bi Rûsyayê ra mizakereyên dawîn di gulanê da ne"

Ankara

ANKARA

Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek diyar kir ji bo ku têkiliyên bazirganî xurt bibin û qedexe werin rakirin hevdîtinên navheyetî hatin kirin û mifadar derbas bûn. Şîmşek wiha got: "Hefteya pêşiya me ji Rûsyayê heyeteke teknîkî wê were Tirkiyeyê. Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dvorkovich wê di 6-7ê gulanê da were Tirkiyeyê û em ê mizakereyên dawîn bikin."

Şîmşek beriya ku ji bo Civînên Heyama Biharê yên IMF û Banqeya Dinyayê biçe Amerîkayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê ziyreta xwe ya ku duh li Rûsyayê kir da agahî dan.

Şîmşek bi bîr xist ku ew û heyeteke ku Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybek jî di nav da bû ji bo têkiliyên aboriyê duh çûn Moskovayê û bi Alîkarê Serokwezîr Arkady Dvorkovich ra hevdîtin kirin û li ser hemû pirsgirêkan sekinîn.

"Li Moskovayê hevdîtinên me yên navheyetî mifadar derbas bûn. Hefteya pêşiya me ji Rûsyayê heyeteke teknîkî wê were Tirkiyeyê. Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dvorkovich jî wê di 6-7ê gulanê da were Tirkiyeyê û em ê mizakereyên dawîn bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın