Tirkiye

"Çapemeniya neteweyî dijî hewla derbeyê ji AAyê îstifade kir

Ajansa Anadoluyê ya li hemberî hewla derbeya bêbext a 15 Tîrmehê ya FETOyê ku bi xeber û fealiyetên xwe roleke çalak nîşan leyîst, di rapora pêşnûmaya Komisyona Hewla Derbeya FETOyê ya Meclisê da, cih girt.

Abdullah Tel  | 27.05.2017 - Rojanekırın : 27.05.2017
"Çapemeniya neteweyî dijî hewla derbeyê ji AAyê îstifade kir

TBMM

TBMM

Di rapora pêşnûmaya Komisyona Hewla Derbeya FETOyê ya Meclisê amade kir da rola çalak a Ajansa Anadoluyê ya ku bi xeber û fealiyetên xwe yên li hemberî hewla derbeya bêbext a 15 Tîrmehê da, cih girt.

Hat gotin ku li hemberî hewla derbeyê medya bi yekdengî li cem îradeya neteweyî cih girt, lenet li hemû hewlên komî yên nemeşrû û bêhiqûqî hat kirin û rewşeke ku di dîrokê da mînakên wê pir kêm in derket holê.

Raporê da hat gotin ku medya di şeva hewla derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmehê da aliyê azadî, gel, îradeya gel û demokrasiyê ji xwe ra hilbijart û di serneketina hewla derbeyê da wezîfeyeke pir muhîm hilda ser milê xwe.

Di rapora weşandî da bal kişandin ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li ser ekrana televizyonê ji welatiyan xwest ku bila li hemberî derbe û derbekeran dakevin kuçe û kolanan û hat gotin ku unsûrên derbeker bi saya hewla medya û çapemeniyê jî bi ser neketin.

Hat ragihandin ku her unsûrên medya û çapemeniyê li gor hewl û derfetên xwe dijî derbeyê sekinîn û ji bo weşana Ajansa Anadoluyê ya şeva hewla derbeyê jî sernavekî cihê di raporê da hat nivîsandin.

Ji bo Ajansa Anadoluyê di raporê da wiha hat gotin: "Ajansa Anadoluyê bi hewl û xebatên xwe yên şeva hewla derbeyê kanalên nûçeyan ên neteweyî ra çavkanîtî kir û nûçeyên rast û ewle weşand. Ajans ji ber vê girîngiya xwe ji hêla derbekeran va hat xwestin ku bê dagirkirin. Di heman demê da DHA û ÎHA jî bi hewl û xeberên xwe piştgirî dan deşîfrekirina planên bixwîn ên derbekeran. Ajansên nûçeyan şeva 15ê Tîrmehê bi awayekî ji hemû kanalên neteweyî ra nûçe û agahî weşandin û piştî 15ê Tîrmehê jî hewla derbeya xwîndar rast û bi ewle ji bo bigihêjînin çar aliyê dinyayê serkeftineke girîng bi dest xistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.