Tirkiye

Cîroya ASELSANê ji 5 milyarî derbastir bû

Cîroya ASELSANê ya ku di qada parastina Tirkiyeyê de bi nav û deng e par cîroya xwe ji sedî 42 zêde kir.

Türkan Tosun  | 21.02.2018 - Rojanekırın : 21.02.2018
Cîroya ASELSANê ji 5 milyarî derbastir bû

Ankara

ANKARA

Cîroya ASELSANê ya ku di qada pîşesaziya parastina Tirkiyeyê de bi nav û deng e par ji 5 milyar lireyî derbastir bû.

Rapora Fealiyetê ya Lijneya Rêvebiriyê ya ASELSANê ya xebatên sala 2017an nîşan da ku hecma aboriyê ya şirketê zêde bûye.

Li gor raporê di sala 2016an de 5 welatên ku herî zêde ji bo parastinê pere xerc kirine Amerîka, Çîn, Rûsya, Erebistana Siûdî û Hindistan e.

Di salên dawîn de Amerîkayê ji bo parastinê kêm pere xerc dikir, lê di sala 2016an de ev rêje zêde bû.

Di sala 2016an de li Ewropa û Asya-Okyanusyayê de jî zêdebûn çêbû. Lê li Afrîkayê kêm bû.

Di sala 2016an de xerceneya parastina salane ya Tirkiyeyê di nav 5 salan de ji 17,9 milyar dolarî dakete 14,8 milyar dolarî.

- Sipariş zêde dibin

Bihayê projeyên ASELSANê ji sala 2017an pê va bû 6,8 milyar dolar.

Piştî dîroka bîlançoyê jî şirketê peymaneke 932 milyon dolarî îmze kir.

Şirketê di qada teknolojiyên sîstema parastinê, radar, ragihangin, ewlehî, otomasyon, sîstemên herbê yên elektronîk de 5 milyar 360 milyon lireyî melzeme firot.

Par cîroya şirketê li gor sala berê ji sedî 42 zêde bû.

Dawiya salê pê va hejmara xebatkarên ASELSANê jî bû 5 hezar û 440.

Ji sedî 59ê xebatkaran endezyar, ji sedî 29 teknîsyen, ji sedî 7 xebatkarên îdarî, ji sedî 3 xebatkarên buroyê, ji sedî 2 jî karker in.






Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın