Tirkiye

Darizandina Mûrsî

Dadgeha Cezayê ya Qahireyê biryar da ku bila Serokomarê Misrê Mûrsî yê bi hilbijartinê hatibû ser kar ji hêla sihetê va her meh bê kontrolkirin.

Abdullah Tel  | 14.11.2017 - Rojanekırın : 14.11.2017
Darizandina Mûrsî

Al Qahirah

QAHIRE 

Hat ragihandin ku dadgeha Misrê biryar da ku bila Serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî yê bi hilbijartinê hatibû ser kar, ji hêla sihetê va her meh bê kontrolkirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên darazê hatin hildan di rûniştina doza "girtina ser girtîgehan" a li Dadgeha Cezayê ya Qahireyê da biryar hat dayîn ku bila Mûrsî her meh ji hêla tenduristiyê va bê kontrolkirin.

Ji bilî vê dadgehê di rûniştina taybet da destûr da Mûrsî ku bila bi heyeta parastinê ra biaxive lê endamên heyetê ji ber teahuda veşartîbûnê der barê axaftinê da tu agahî nedan.

Kurê Mûrsî yê mezin Ehmed Mûrsî daxuyanî da û diyar kir ku di dema rûniştinê da siheta bavê wî nebaş bû û heyata wî di talûkê da bû û wiha pê da çû: "Bavê min ji ber talûkeya canê xwe xwest ku bi heyeta parastinê ra hevdîtinê bike."

Ji hêla din va ji bo guhdarkirina şahidên mayî jî rûniştina doza 27 kes tên darizandin avêtin 23ê sermawezê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın