Tirkiye

Di hefteya dawî de 50 terorîst hatin bêtesîrkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku, di operasyonên dijî terorê yên li giştiyê welêt di hefteya dawîn de 50 terorîst hatin kuştin

Sevim Hatun  | 17.07.2017 - Rojanekırın : 18.07.2017
Di hefteya dawî de 50 terorîst hatin bêtesîrkirin

Ankara

ANKARA

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku, di operasyonên dijî terorê yên li giştiyê welêt di hefteya dawîn de 50 terorîstê PKKyî hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de, di navbera 10-17ê Tîrmehê de hezar û 28 operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonê de 168 kes bi îdiaya alîkarî û piştevaniya FETOyê hatin binçavkirin. 298 kes bi îdiaya peywendiya wan bi DEAŞa rêxistina terorî re heye, di çarçoveya têkoşîna dijî FETO/PDYyê de 895 kes, di operasyonên dijî rêxistinên çepgir de jî 5 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyonan de hezar û 366 kes ji ber sûcên terorî, 2 hezar û 997kes ji ber sûcên asayiş, hişbir, sûcên sîber û qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 363 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyona de 30 jê kuştî, 14 radestbûyî, 6 jî sax bi tevahî 50 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Di operasyonên li Diyarbekir, Mêrdîn, Mûş û Tokatê hatin birêvebirin de 12 stargeh, şikeft û 27 teqemeniyên destî yên hatibûn bi cî kirin hatin îmhekirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.