Tirkiye

Di nav hefteyekê da 43 terorîst hatin berterefkirin

Ji Wezareta Karên Navxweyî hat ragihandin ku di nav hefteya dawîn da li giştiyê welêt di operasyonan da 26 jê mirî 43 terorîst hatin berterefkirin

24.07.2017 - Rojanekırın : 25.07.2017
Di nav hefteyekê da 43 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

ANKARA

Li giştiyê welêt di operasyonên ku nav hefteya dawîn hatin kirin da 26 jê mirî, 43 terorîst hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, di navbera 17-24ê tîrmehê da di çarçoveya têkoşîna ku bi rêxistinên terorê yên cudaxwaz ra tê dayîn da hêzên ewlehiyê hezar û 119 operasyon kirin.

Di operasyonan da bi îdiaya ku alîkarî û piştgirî dane rêxistinê 213, bi îdiaya ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkildar in 46, di çarçoveya têkoşîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da 831, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê yên çepgir da jî 8 bersûc hatin binçavkirin.

Di operasyonan da ji terorîstan 26 hatin kuştin 3 sax hatin girtin, 14 jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Li Batman, Bîngol, Şirnex, Diyarbekir û Tunceliyê 12 sitargeh, parêzgeh û şikeft û 18 teqemeniyên destçêkirî yên çalkirî û mayîn ên mensûbên rêxistina terorê hatin îmhakirin.

Di operasyonan da 7 ton madeya teqemeniyê, 41 bombeyên destan, 33 jê giran û lûledirêj 43 çek hatin bidestxistin.

Li dijî firoşkarên hişbirê û qaçaxciyan jî li 78 bajaran 2 hezar û 335 operasyon hatin kirin.

Di operasyonan da 3 ton û 587 kîlo esrar, 178 kîlo eroîn, 2,4 kîlo kokaîn, 6,7 kîlo metamfetamîn, 78 hezar û 360 hebên hişbirê, 435 hezar û 114 nebata kenewîrê, 651 hezar û 537 pakêt cixareya qaçax, 7 ton û 17 ton û 17 lître sotemenî hat bidestxistin, 3 hezar û 474 kes hatin binçavkirin.

Herwiha li dijî firoşkarên hişbirê yên li kuçe û kolanan li 36 bajaran operasyon hatin kirin û 239 gumanbar hatin girtin.

Di çarçoveya sûcên sîber ên rêxistinên terorê FETO/PYD, PKK/TAK, DEAŞê da 151 kes hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.