Zanist û teknolojî

Di têlefonên mobîl da ji 3 aboneyan 2 abone 4,5Gyê diemilîne

Hejmara aboneyên 4,5Gya ku di xizmeta telekomînîkasyonê da nifşa çaremîn e, di yekemîn çaryeka îsal da ji 56 milyon û 414 hezarî bihurî.

Önder Beyter  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 27.06.2017
Di têlefonên mobîl da ji 3 aboneyan 2 abone 4,5Gyê diemilîne

Ankara

ANKARA

Hejmara aboneyên 4,5Gya ku di xizmeta telekomînîkasyonê da nifşa çaremîn e, di yekemîn çaryeka îsal da ji 56 milyon û 414 hezarî bihurî.

Li gorî daneyên ku peyamnerê AAyê ji Dezgeha Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê berhev kir, ji yekemîn çaryeka sala îsal pê va, aboneyên nêv makîneyan (M2M) yên ku li Tirkiyeyê rêjeya wan a penetrasyonê ji sedî 94,9 e tev da, 75 milyon û 724 hezar û 413 aboneyên mobîl hene.

Hejmara aboneyên 3Gyê ya ku di tîrmeha 2009an da ketibû xizmetê, di dawiya adara 2016an da gihîştibû 65 milyon û 949 hezar û 652 aboneyan. Herwiha veguhezîna bal 4,5Gya ku di 1ê Nîsana 2016an da ket xizmetê, zû çêbû. Ji yekemîn çaryeka sala îsal pê va hejmara aboneyên 3Gyê berjêrî 15 milyon û 373 hezar û 396 aboneyan bû, hejmara aboneyên 4,5Gyê jî derket 56 milyon û 414 hezar û 682 aboneyan.

Ji hêla din ji dawiya adara 2017an pê va, hejmara aboneyên ragihandina nêv makîneyan derket 4,1 milyonî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın