Spor

Dolar/TL bi şikestinê va dest bi hefteyê kir

Dolar/TL bi şikestinê va dest bi hefteyê kir û aniha di asta 3,7705an da ye

Önder Beyter  | 30.10.2017 - Rojanekırın : 30.10.2017
Dolar/TL bi şikestinê va dest bi hefteyê kir

Istanbul

ÎSTANBUL

Piştî ku dolar/TL bi şikestinê va dest bi hefteyê kir, aniha di asta 3,7705an da ye.

Hefteya çûyî li DYAyê daneyên makroekonomîk hatin ragihandin û herwiha ji ber ku dane ji texmînan zêdetir derketin, daxwaza bo dolar zêde bû. Ji ber hindê dolar/TL roja înê derket 3,8433yan ku ev ast ji 30ê rêbendanê vir va asta herî bilind e. Herwisa roja înê dolar/TL ber êvarê ji sedî 0,8 şikest û roj bi 3,7906an va temam kir.

Piştî ku îro jî dolar/TLyê bi şikestinê va dest bi rojê kir, ji saet 09.50yan pê va di asta 3,7705an da ma. Di heman kêliyê da ewro/TL ji sedî 0,4 şikest û bû 4,3815, sterlîn/TL jî ji sedî 0,3 şikest û bû 4,9590.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın