Tirkiye

Du birayên ji Adiyamanê çîk bi gelê Behra Reş dane hezkirin

Du biyarên muteşebis ên ji Adiyamanê çîka ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwarineke navdar e, li herêma Behra Reş dan hezkirin.

Türkan Tosun  | 21.10.2017 - Rojanekırın : 22.10.2017
Du birayên ji Adiyamanê çîk bi gelê Behra Reş dane hezkirin

Ordu

ORDU 

Du birayên ji Adiyamanê yên ku di sala 2008an de hatine Orduyê çîka ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwarineke pir navdar e bi herêma Behra Reş dan hezkirin.

Yunus (29) û Enver Demiral (27) li Orduyê dikaneke çîkê vekirin û dest bi firotina çîkê kirin.

Di nav demê de karê xwe pêşva birin û di nav 9 salan de 310 bayî vekirin, bi tehavî 500 kes bi saya vî karî dixebitin.

Armanca herdu birayên muteşebis ew e ku li bajarên din jî ew bayiyan vekin.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Şirketê Yunus Demiral ji nûçegihanê AAyê re got li ser pêşniyara hevalekî xwe ew hatine Altinorduya navçeya Orduyê û li wir di dikaneke biçûk de dest bi vî karî kirine.

Demiral got Samsun, Ordu, Tokat, Gîresun di serî de ew 36 bajaran vî karî dikin û wiha axivî: "Di serî de gelê herêmê çîkê hez nedikir, karê me zehmet bû. Lê paşê me şevbihûrk çêkirin û belaş çîk belav kir. Di nav demeke kurt de gelê Behra Reş xwarina çîkê hez kir û êdî niha gelekî dixwîn."

Demiral behsa destpêka vî karî û niha 500 kesên ku di firmaya wan de dixebitin kir û got divê ciwan ji bo ku xiyalên wan pêk bê bixebitin û baweriya wan divê bi wan hebe.

- Armanca wan li 81 bajaran kargeh vekirine

Enver Demiralê Alîkarê Serokê Lijneya Rêvebiriya Şirketê ye jî got wî dev ji perwerdeya zanîngehê berdaye ku bi birayê xwe re vî karî bike û wiha axivî: "Hemd ji Xwedê re em heta vê rojê hatin. Me dît ku biryara me biryareke rast e. Armanca me li 81 bajaran kargeh vekirine. Înşallah emê vê bikin."

Demiral got heke mirov bixwaze tiştekî bike divê di ciwaniyê de bike û gelek fedakariyê bide ber çavan ku bi ser bikeve.










Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.