Tirkiye

Em ji rêveberiya Trump daxwaz dikin ku bila piştgiriyê nedin PYDê

Kurtulmuş: "Ji bo têkiliyên Tirkiye û DYAyê car din xurt bibin, em ji rêveberiya Trump ji bo du mijaran pêşniyaz û daxwaz dikin ku bila car din li ser bisekinin. Yek ji van bila piştgiriyê nede PYDê ye.

23.01.2017 - Rojanekırın : 23.01.2017
Em ji rêveberiya Trump daxwaz dikin ku bila piştgiriyê nedin PYDê

Ankara

ANKARA

Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Ji bo têkiliyên Tirkiye û DYAyê car din xurt bibin, em ji rêveberiya Trump ji bo du mijaran pêşniyaz û daxwaz dikin ku bila car din li ser bisekinin. Yek ji van îadekirina serokê çeteya eşqiyayan Gulenê ku di 15ê tîrmehê de bi hewldayina derbeyê ve li hember hemû gel sûc kiriye ye. Ya din jî piştgiriya PYDê bi dawîkirin e."

Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş: "Birêz Trump wek serokê nû yê DYAyê dest bi wezîfeyê kir. Xuya dike ku ewê di polîtîkaya Rojhilata Navîn û siyaseta dinyayê de ji bo Amerîkayê nexşerêyeke nû wê derxe. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû him li Rojhilata Navîn û him jî dinyayê aştiyê pêk bîne ku gavên giring bên avêtin. Di vê çarçoveyê de bi taybetî têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê li gor rêveberiya berê baş be û xetayên ku berê hatibûn kirin, neyên dubarekirin."

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Em ê di dewra Trump da jî daxwaza xwe ya îadekirina Feto dubare bikin. Li vê derê ya esil eşkerekirina niyeta rêveberiya Amerîkayê ye. Rêveberiya Amerîkayê wê serokê çend şaqiyan tercîh bike an wê Komara Tirkiyeyê ya ku ji 80 milyonî pêk tê tercîh bike? Ji ber vê çendê em di her platformê da daxwaza xwe ya îadekirina Feto dikin. Em hêvî dikin ku encamekê bi dest bixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın