Tirkiye

"Em neviyên kalikekî wisa nin ku tu carê natirsin"

Fatma Dîlbîrlîgiya neviya herî pîr a Sutçu Îmam a ku piştî hewla derbeyê ya FETOyê her roj tevlî "nobeda demokrasiyê" dibe got, "Em neviyên kalikekî wisa nin ku tu carê natirsin"

27.07.2016 - Rojanekırın : 03.08.2016
"Em neviyên kalikekî wisa nin ku tu carê natirsin"

Istanbul

KAHRAMANMARAŞ

 Fatma Dîlbîrlîgiya neviya herî pîr a Sutçu Îmam a ku piştî hewla derbeyê ya FETOyê her roj tevlî "nobeda demokrasiyê" dibe got, "Em neviyên kalikekî wisa nin ku tu carê natirsin".

Neviya herî pîr a Sutçu Îmamê ku nîşana herî mezin a Bexwedana Milî ye piştî hewla derbeyê ya FETOyê ligel nexweşiya ji nigê xwe her roj tevlî "nobeda demokrasiyê" dibe û derdikeve meydanan.

Fatma Dîlbîrlîgiya 73 salî ya neviya Sutçu Îmamê ku di dagirkirina bajêr da bi guleya ewil va berxwedan dabû destpêkirin û Mehmet Dîlbîrlîgiyê 67 salî yê mêrê wê ev 11 roj e bi zarok û neviyên xwe ra "nobeda demokrasiyê" digrin.

Fatma û Mehmet Dîlbîrlîgî hetanî nika 2 îhtilal dîtine ji ber vê jî haya wan heye ku çi dibe, guh nadin emrê xwe û notirvaniya demokrasiyê dikin û bi çavê xizmeta welêt li nobedê mêze dikin.

Fatma Dîlbîrlîgiya neviya Suçu Îmam ji ber emeliyatê nikare li piya bisekine ji bo vê jî bi sandalyeyê va tê meydanê. Dîlbîrlîgiyê diyar kir ku wek kalikê xwe notirvaniya welêt dike û wiha got: "Ez natirsim lewra ez neviya Sutçu Îmam im"

- "Em roja ewil giriyan lê em niha dikenin"

Fatma Dîlbîrlîgî ji nûçegihanê AAyê re got ku ew neviya herî pîr a Sutçu Îmam a ku hê dijî ye û der barê hewldana derbeyê de wiha axivî: "Em roja ewil giriyan, lê em niha dikenin. Em bi zarokên xwe û neviyên xwe ve tên. Xwedê başiyê bide welatê me. Xwedê misilmantiya me dewam bike û Tayyîp Erdoganê me biparêze. Xwedê nesîbê me bike ku em li dû herin. Ez ji lingê xwe emeliyat bûme, lê dîsa jî nikarim li malê rûnêm û her tim têm. Ez ê li vir nobedariyê bidomînim."

Dîlbîrlîgî got ku kalikê wê li Maraşê guleya ewil avêtiya dijminan û wiha axivî: "Em neviyê kalikekî wisa ne û em qet natirsin. Em tên meydanê û xwedî li welatê xwe derdikevin. Şikir em natirsin. Me derbeya Kenan Evren jî dît û me nikaribû em ji malê derkevin. Ji ber wê em tên nobedariyê digrin. Her kes bimre ez ê jî bimrim, her kes bijî ez ê jî bijîm. Ji ber wê ez qet natirsim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.