Tirkiye

"Em ê ji sedî 7,5 mezinbûnê bi dest bixin"

Serokomar Erdogan: "Ez bawer im heta dûmahiya salê herhal em ê di asta salane de rêjeyeke ji sedî 7,5 a mezinbûnê bi dest bixin"

Ekip  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 12.12.2017
"Em ê ji sedî 7,5 mezinbûnê bi dest bixin"

Ankara

ANKARA 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê mezinbûna aboriya welat de got: "Ez bawer im heta dûmahiya salê herhal em ê di asta salane de rêjeyeke ji sedî 7,5 a mezinbûnê bi dest bixin."

Erdogan li Merasima Xelatên TUBAyê ku li Kulliyeya Serokomariyê hat sazkirin axivî.


Serokomar Erdogan careke din rexne li faîz û bilindbûna dowîz girt û wiha axivî:

"Wekî her gav dibêjim bilindbûna kûrên dowîz bi rastiyên aboriyê ra li hev nake. Loma jî hêvî dikim di demeke kurt da di kûrên dowîz da hevsengiyeke rast çêbe. Bi manîpulasyonên demkî yên di aboriyê da faîzan zêde dikin û li gorî min hewldanên ji bona zêdekirina faîzan badilhewa ne."

Li ser mezinbûna aboriya welat jî Erdogan got: "Ez bawer im heta dûmahiya salê herhal em ê di asta salane de rêjeyeke ji sedî 7,5 a mezinbûnê bi dest bixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın