Tirkiye

"Em ê Şirnexê ji nû ve bikin bajarekî ku lê bê jiyîn"

Li Şirnexe ku ji PKKê hat paqijkirin, ji bo ji nûve bê avakirin, dê Wezareta Karên Derve alîkariyê bide Şaredariya Şirnexê.

18.01.2017 - Rojanekırın : 19.01.2017
"Em ê Şirnexê ji nû ve bikin bajarekî ku lê bê jiyîn"

Şırnak

ŞIRNAK

Li Şirnexe ku ji PKKê hat paqijkirin, ji bo ji nûve bê avakirin, dê Wezareta Karên Derve alîkariyê bide Şaredariya Şirnexê.

Li Şirnexê 508 terorîstên ku di nav wan de qaşo rayedarên rêxistinê jî hene, hatin kuştin, hezar û 845 teqemenî, hatin îmhekirin. 240 barîqat hat rakirin, 39 hendek hatin girtin. Her wiha li bajêr ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Derdor û Bajarvaniyê 14 hezar û 727 xebatên tespîtkirina xisaran hat kirin.

- Li bajêr Şaredarî dest bi xizmetê kir

Ji bo rêçên terorê bên paqijkirin û zirara welatiyên mexdûr bê çareserkirin xebatên dewletê dewam dikin.

Di pêşengiya Turan Bedirhanogluyê Alîkarê Walî ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê De ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo şaredariyê hat wezîfedarkirin, proje tên meşandin.

Li bajêr paqijiya rûtîn tê kirin, rêyên ku ji ber teqemeniyên endamên rêxistinê xera bûn û kuçe û kolan tên çêkirin.

Çêkirina 6 hezar avahiyên ku Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê dimeşîne, dewam dikin.

- Projeyên ku kalîteyê zêde dike

Bedirhanogluyê Wekîlê Şaredar der barê armanc û xebatan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Bedirhanoglu diyar kir ku her roj 3 hezar nan belavî malbatên mexdûr dikin û wiha got: "Ji bo çêkirina rêyan 105 milyon, ji bo kanalîzasyonê 28 milyon, ji bo avê 23 milyon û ji bo park û baxçeyan 4 milyon lire hatiye veqetandin."

Bedîrhanoglu got ku ew ji aliyekî ve ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyan ji aliyê din ve ji bo projeyan bikin rewacê hewl didin û wiha dewam kir: "Projeya me ya Navenda Çandê û qada geşt û gerê ya wê li ser 83 donum ereziyê Îdareya Taybet a Bajêr bê avakirin temam bû. Em niha derbasî merheleya çêkirinê dibin. Ji bo li navenda bajêr parkeke mezin bê çêkirin jî projeyek me heye."

Bedîrhanoglu destnîşan kir ku wê di şûna Navenda Tenduristiyê ya Dev û Diranan de Nexweşxaneya Welidînê bê çêkirin û herwiha avahiya otogarê ya nû jî li derveyî bajêr bê çêkirin.

Bedîrhanoglu îfade kir ku ew ji bo çareseriyên mayinde hewl didin û wiha dewam kir: "Ji bilî xaniyan, em ê projeyên ku bihayê wan zêdetirê 400 milyoniye îmze bikin. Em ê di nav salekê de Şirnexê biguherînin bikin bajarekê ku mirov bixwzin lê bimînin."

- "Avahiyên nû wê bi gaza sirûştî bê çêkirin"

Bedîrhanoglu got ku awahiyên ku nû tên çêkirin wê bi gaza sirûştî bên çêkirin.

Ji welatiyan Zekeriya Tatar got ku heta niha gelê Şirnexê ji şaredariyê tu xizmet nedîtibû. Tatar destnîşan kir ku ji ber êrîşên terorê li bajêr zirareke mezin çêbû û wiha axivî: "Ji bo nûkirina bajêr fedekariyek û xebateke mezin lazim e. Em ka li bajêrin din çi xizmet hene em jî dixwazin. Bajerekî xweş û ku mirov bijî mafê me ye jî."

Tatar diyar kir ku hêviya wan ji projeyên Cîgirê Şaredar Bedîrhangolu heye û ew li bendê ne ku proje bên cîbicîkirin.

- "Li gorî şaredariyê berê 10 qat zêdetir xizmet tê kirin"

Nurettîn Kanit jî got ku bi salan e li Şirnexê xizmetên şaredariyê tunene û xebatên ku piştî wezîfedarkirinê tên kirin, serkeftî ne.

Kanit diyar kir ku di jinûveavakirina Şirnexê da xebatên şaredariyê dê gelekî kêrhatî bin û wiha xeberda, "Berpirsiysariya cîgirê şaredarê me mezin e. Ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye heya niha dişixule. Li gorî şaredariyê berê 10 qat zêdetir xizmet tê kirin."

Kanit gotinên xwe wiha kuta kir, "Baweriya me bi birêz Bedîrhanoglu heye û em jê ra serkeftinê dixwazin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın