Tirkiye

Emrîka bi şirîkatiya PYD/PKKyê peymana NATOyê îxlal dike

Emrîka, PKKya ku Tirkiyê tehdîd dike bi arîkariyên eskerî li sînorê Sûriyê bihêz dike. Li gor peyama NATOyê mesûliyeta Emrîkayê heye ku wek "muttefiq" ewlehiya Tirkiyê bihêz bike, lê ew armanca avakirinê îxlal dike.

Muhammet Kurşun  | 30.04.2017 - Rojanekırın : 01.05.2017
Emrîka bi şirîkatiya PYD/PKKyê peymana NATOyê îxlal dike Emrîka bi şirîkatiya PYD/PKKyê peymana NATOyê îxlal dike

Ankara

ANKARA

Emrîka, PKKya ku Tirkiyê tehdîd dike bi arîkariyên eskerî li sînorê Sûriyê bihêz dike. Li gor peyama NATOyê mesûliyeta Emrîkayê heye ku wek "muttefiq" ewlehiya Tirkiyê bihêz bike, lê ew armanca avakirinê îxlal dike.

Peymana avakirina NATOyê ku Emrîka xwedî para herî mezin e di vir de, bi balkişandina ser parastina ewlehiya endaman û hevkariya bibiryarî di navbera wan de dest pê dike.

Di madeya 3emîn a NATOyê de ev îfade cih digire: "...Alî, yek bi yek yan jî bi hev re, bi arîkariya dualî ya daîmî û aktîf, dê li hemherî êrişeke çekdarî yek bi yek bi tevahî qapasîteya berxwedanê biparêzin û pêşde bibin."

Li gor madeya 5an êrişeke çekdarî ya li dijî welatekî wek li hemberî hemû endaman hatiye kirin tê qebûlkirin. Li gor vê madeyê dê hemû endamên din ên NATOyê alîkariya aliyê rastî êrişê hatiye bikin.

- Emrîka, baskê PKKyê wek muttefiqê xwe pênase dike

Li gor peymana NATOyê Emrîka û Tirkiye muttefiq in, loma îfadeyên di daxuyaniya Emrîkayê de yên li ser operasyonên Qereçox ûy Şengalê bal kişandinbûn.

Yek ji berdevkê Pentagonê Fermande Adrian Rankine Galloway, di daxuyaniya nivîskî ya ji bo AAyê de wiha gotibû: "Ev êrişên esmanî ji aliyê koalîsyona li dijî DEAŞê nehat tesdîqkirin. Di encama van êrişan de Pêşmergeyên Kurd jî di navê de hêzên me yên muttefiq bi awayekî bêsiûd hatin kuştin."

Piştî operasyona Şengal û Qereçoxê PKKyê ji sînor bi moşekên TOW ku yên Emrîkayê de êrişî Artêşa Tirkiyê kir.

Terorîstan 26ê Nîsanê ji Qiziltepeyê bi moşekên TOW êrişî Tirkiyê kir.

Çavkaniyên eskerî piştî kontrola dîmenan teyîd kirin ku ew TOW in.

Berê jî ji dîmenên PKKyê li ser medyaya civakî parve kiribû hatibû fêmkirin ku moşekên dijetank yên curê BMG-71-TOW Dıje Tank ên Emrîkayê di destê wan de hene.

PKKyê ji sînorê Sûriyê gelek caran êrişî endama NATOyê Tirkiyeyê kiriye.

Herwiha rampeyên roketavêj, hawinên 80 û 120 mm, bombeavêja MK19, tivingên M16 û M4 Cabrine, wasiteyên Humwee û Cougar û wasiteyên çavdêriyê yên aîdî Emrîkayê di destê PKKyê de hene.

Emrîka her carê ji bo hevkariya xwe bi PKKyê re veşêre xwe dide kêleka HSDyê û dibêje ew ne PKK ye. Lê ji hemû dîmenan diyar e ku PKK pêşengiya HSDyê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın