Tirkiye

"Emê destûr nedin dagirkeriya nirxên me yên hevpar"

Serokomar Erdogan: "Emê destûr nedin ku komeke dijminê gel ya ku goşeyên rojnameyan girtine, ekranên televîzyonan îpotek kirine, cîhana çand û hunerê dîl girtine dagirkeriya nirxên me yên hevpar ên welatê me bikin."

Türkan Tosun  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
"Emê destûr nedin dagirkeriya nirxên me yên hevpar"

Ankara

BAYBURT 

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Bayburtê beşdarî 6emîn Kongreya Asayî ya Bajêr a AK Partiyê bû û li wir axivî.

Erdogan behsa çêkirina balafirgeha ku wê xizmetê bide Gumuşhane û Bayburtê kir û wiha axivî: "Înşallah heta sala 2020an emê balafirgeha ku wê xizmetê bide bajarên me yên Gumuşhane û Bayburtê temam bikin. Bi saya vê balafirgehê êdî pirsgirêka Gumuşhane û Bayburtê ya rêya dirêj wê ji holê rabe.

- "Êdî Tirkiyeyeke ji hin rêxistinên navneteweyî re garnîzoniyê dike tune"

Serokomar Erdogan behsa rewşa Tirkiyeyê ya niha kir û wiha pê de çû: "Êdî Tirkiyeyeke ku ji hin rêxistinên navneteweyî re garnîzoniyê dike tune. Yên ku me bi çavê Tirkiyeya salên 1980 û 1990an dibînin wê fêm bikin ku ew xeletiyeke çawa mezin dikin."

Erdogan got dewra şebekeyên îxanetê dawî dibe û wiha dewam kir: "Ew rojên ku we li ser navê nirxên hevpar ên komara me, dijmintiya demokrasî, milet, bang û alayê dikir êdî dawî lê hatiye. Êdî dewra şebekeyên îxanetê yên wekî fêlbazê li Pensilvaniayê yê ku muhîmatê ji van ra lazim bû, bîter dikir jî hatiye girtin. Yên ku heta roja îro êrîşên hatin ser me bi kêfeke ku nikaribûn veşêrin va pêşwazî kirin, ez hêvî dikim dema ku Ataturk jî tev kirin, rûyê rastîn ê meseleyê fêm kirine. Di vê çarçoveyê da daxuyaniyên ku hatin dayîn jî ez erênî dibînim."

- "Emê destûr nedin dagirkeriya nirxên me yên hevpar"

Serokomar Erdogan bal kişande hêzên xurt ên medyayê û wiha got: "Emê destûr nedin ku komeke dijminê gel ya ku goşeyên rojnameyan girtine, ekranên televîzyonan îpotek kirine, cîhana çand û hunerê dîl girtine dagirkeriya nirxên me yên hevpar ên welatê me bikin."






Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın