Tirkiye

"Emê spekulasyonên li ser me bi bersiva ku ji sindoqê derdikeve ve ji holê rakin"

Serokomar Erdogan: "Xwîşkên min, ciwan, rêvebiriya asta bilind em hemû wê pir bixebitin. Emê spekulasyonên li ser me dimeşîn bi bersiva ku ji sindoqê derdikeve ve ji holê rakin."

21.05.2017 - Rojanekırın : 21.05.2017
"Emê spekulasyonên li ser me bi bersiva ku ji sindoqê derdikeve ve ji holê rakin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li dervayî Salona Sporê ya Enqereyê ya ku 3yemîn Kongreya Derasayî ya Mezin a AK Partiyê lê tê kirin bangî welatiyên ku li wir civiyane kir.

Erdogan bi gotina "Serokê me yê Giştî Birêz Bînalî Yildirim, rêhevalê min ên ezîz ez piştî 998 rojan şûn de ji dil û can we silav dikim" dest bi axaftina xwe kir.

Li ser dirûşmeyên welatiyan ên "Waye artêş, waye fermandar" Erdogan wiha axivî: "Rêhevalên min ên ezîz, kelecana we kelecana me ye, coşa we coşa me ye. Ji serê sibê 04.00an pê ve hûn li vir in. Hûn ji bo kelecana 3yemîn Kongreya Derasayî bijîn li vir in. Mixabin mîdîbuseke ku ji Îzmirê dihat qeza kir û em li ber xwe ketin. Hemd ji Xwedê re tu kes nemir. Xwedê şifayê bide birîndaran."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ewê şev û roj di vê rêya ku derketine de bimeşin û wiha dewam kir: "Ez dixwazim li hizura we ji rêhevalê xwe yê biqîmet Birêz Bînalî Yildirimê ku emanet heta vê rojê anî re spas bikim. Binêrin li pêş me 2019 heye, di meha adarê de hilbijartinên herêmî hene, di meha mijdarê de hilbijartinên parlamento û serokomariyê hene. Ji ber wê sekin tune, emê pir bixebitin. Emê dev ji dilnizmiyê bernedin lê ji bîr nekin kevneşopiyeke me ya ku derî li derî em digerin heye, emê derî li derî bigerin. Xwîşkên min, ciwan, rêvebiriya asta bilind emê hemû pir bixebitin. Emê spekulasyonên li ser me dimeşîn bi bersiva ku ji sindoqê derdikeve ve ji holê rakin."

- "Tu bi xêr hatî Birêz Serokê Min ê Giştî, Serokê min"

Serokê Giştî yê AK PArtiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim jî got ku kongerên AK Partiyê wek şolenekî û cejnekê ye.

Yildirim silav da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wiha got: "Tu bi xêr hatî Birêz Serokê Min ê Giştî, Serokê min."

Erdogan û Yildirim pişt re ketin salona ku wê kongreyê bê çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın