Erdogan ji malbata şehîdan ra telgrafa serxweşiyê şand
Serokomar Erdogan ji malbata leşkerê ku li Mêrdînê û polêsê ku li Stenbolê şehîd ketin ra telgrafa serxweşiyê şand.
Ankara
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbata leşkerê ku li Mêrdînê û polêsê ku li Stenbolê şehîd ketin ra telgrafa serxweşiyê şand.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Erdogan ji malbata leşker Muhammed Arikanê ku li Mêrdînê di pêvçûna dijî endamên rêxistina terorê da şehîd ket ra telgraf şand û serxweşî da malbatê.
Serokomar Erdogan ji malbata Anil Kaan Aybekê polês ê ku li Stenbolê di dema dewriyeyê da rastî êrîşa çekdarî hatibû û birîndar ketibû paşê li nexweşxaneya ku biribûnê şehîd ket ra jî telgrafa serxweşiyê şand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.