Tirkiye

"Ev rêxistina terorê qutiyeke ser girtî ye şefaf nîne"

Serokwezîr Yildirim got, "Berpirsê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ne miletê me yê ezîz e, ne jî Birêz Kiliçdaroglu ye. FETO ya ku li serê dinyayê bûye bela ye û serokê wê ye."

24.09.2016 - Rojanekırın : 25.09.2016
"Ev rêxistina terorê qutiyeke ser girtî ye şefaf nîne"

Istanbul

İSTANBUL

Serokwezîr Yildirim got, "Berpirsê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ne miletê me yê ezîz e, ne jî Birêz Kiliçdaroglu ye. FETO ya ku li serê dinyayê bûye bela ye û serokê wê ye. Dibê em vê eşkere bêjin û paqijkirina rêça vê rêxistinê, eşkerekirina hemû têkiliyên wê deynê histûyê hikûmeta me ye. Ez carekî dîsa ji Birêz Kiliçdaroglu ra dibêjim bira li gor rihê Yênîkpiyê ji bo yekîtî, bihevrabûn û piştgiriyê tev bigere û helwestên erênî nîşan bide."

 "Beriya şeva hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ez bi Birêz Kiliçdaroglu ra li ser têlefonê axivîm. Ji min ra got 'Ev hewla derbeyê ye, ev hewldaneke li dijî îradeya neteweyî ye, em di vê mijarê da bi we ra ne û em ê heta dawiyê li cem we bin.' Niha jî ji ser 15ê Tîrmehê 2 meh derbas bû û çi guherî? Birêz Kiliçdaroglu fikra xwe guherand an jî li Tirkiyeyê tiştek din qewimî?" 

 "Ev rêxistina terorê qutiyeke ser girtî ye, şefaf nîne, têkiliyên veşarî ne. Ev bê xeletî kirin, bi hurgulî berpirsên wê derxistin karekî hêsan nîne. Ji ber vê jî gelek kesên ku me ji karmendiyê derxistine hene, kesên bi xwe tevlî bûne, piştgirî dane derbeyê û ji hêla dadgehê va hatine girtin hene. Ji ber vê jî ev ji girseyeke mezin pêk tê. Ev raste lê heke em vê nekin Tirkiye wê careke din bi vê gef lê xwarinê ra rû bi rû bimîne. Divê miletê me vê bizanibe. Ji niha pê va karê ku emê bikin çi ye? Xeta û kêmasî heke hebin mekanîzmayên wan serast bikin jî hene. Wê nok û nîsik tevlîhev nebin, ji rûyê gunehkaran da wê bê guneh ceza nekişînin ne bi heyf hildanê wê bi edaletê muamele bê kirin." 

Serokwezîr Yildirim got, "Aboriya Tirkiyeyê aboriyeke wisa nîne ku bi raporên 3-4 saziyên nirxandinê têkeve rêzê. Di hedefa aboriya Tirkiyeyê da mezinbûn û îstiqrar heye, armanca wê ew e ku refah û pêşketina 79 milyonî zêde bike."

Serokwezîr Yildirim: "Edaleta Tirk li ser kar e û ji derbekeran dest bi pirsa hesab kiriye. Ji ber vê jî derbeyê ji rojevê dûrxistin û hewldana parastina derbekeran xerabiya herî mezin a li van şehît û xaziyan tê kirine. Milet li bendê ye ku demildest divê di vê mijarê da herkes berpirsyariya hewce, hilde ser xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın