Tirkiye

Eyda Remezanê tê pîrozkirin

Di roja ewil ya Eyda Remezanê da welatiyan berê xwe dan mizgeftan û eyda hev bimbarek kirin.

Abdullah Tel  | 25.06.2017 - Rojanekırın : 25.06.2017
Eyda Remezanê tê pîrozkirin

Malatya

ANKARA/ÎSTANBUL

Li Bayrampaşa, Sariyer, Bahçelîevler û Esenlera navçeyên Stenbolê li hin mizgeftan diyarî dan zarokên hatibûn nimêja eydê.

Endamên Weqfa Ilim Çand Sihet Perwerdehî Hawirdor û Alîkariya Civakî li hewşa Mizgefta Kocatepeyê merasima "vexwendina ji bo nimêjê û perûyê bidin hev" organîze kir û di vê çarçoveyê da diyarî dan zarokan.

Li Mizgefta Fatîhê jî piştî nimêjê taştê hat dayîn, li mizgeftên Silêmaniye, Yawiz Selîm û Simbil Efendî jî şorbe hat dayîn.

- Enqere

Ji bo nimêja eydê gelek welatî hatin Mizgefta Kocatepeyê û waliyê Enqereyê Ercan Topbaş tevlî welatiyan nimêj kir, hin kesan zarokên xwe jî anîn mizgeftê.

- Edîrne

Li Edîrneyê jî Mizgefta Selîmiyeyê heta hewşê tijî bû, piştî nimêj û xutbeyê welatiyan eyda hev bimbarek kir.

- Li Rihayê "tirit" îkarîmî 5 hezar kesî kirin

Welatiyan Mizgefta Dergehê ya li herêma Gola Xelîlûrehmanê tijî kirin. Di mizgeftê da cih nema û milet li hewşê nimêj kir. Bi minasebeta eydê piştî xutbe û nimêjê malbatekê li ber mala xwe ya li Taxa Hamzaliyê "tirit" wek îkram da welatiyan.

- Meletî

Li Darendeya Meletiyê jî welatiyan berê xwe dan kuliyeya Şêx Hemîdê Welî yê bi navê "Somuncu baba" tê zanîn û mizgefta 5 hezar kesî dihewîne tijî bû.

- Hatay

Mizgefta Hebîbê Neccar a mizgefta ewil a li Anadoluyê tê zanîn jî bi ronîbûna dinyayê tijî bû û piştî ku milet bi cih nebû li hewşa mizgeftê xalîçe hatin raxistin û nimêj hat kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.