Tirkiye

Gelê Çaldiranê xaza sirûştî dixwaze

Welatiyên ku li Çaldirana navçeya Wanê dijîn, dixwazin ku xaza sirûştî li navçeya wan jî bê girêdan.

08.01.2017 - Rojanekırın : 10.01.2017
Gelê Çaldiranê xaza sirûştî dixwaze

Van

VAN

Welatiyên ku li Çaldirana navçeya Wanê dijîn ji ber ku germahiya hewayê hin caran di bin sifirê de 30 pile kêm dibe û pir sar e, nikarin xwe ji şewatê re bigîhînin. Ji ber vê, welatî dixwazin ku xaza sirûştî li navçeyê bê girêdan.

Navçeya Çaldiranê yek ji wan navçeyane ku pir sar e. Germahiya hewayê hin caran di bin sifirê de 30 pile kêm dibe. Welatiyên ku li Çaldiranê dijîn dibêjin ku ew her tim sobeyê vedixin ku germ bibin, ji ber wê şewata wan têrê nake.

Welatî Abdurrahman Kedalî got ku heke ew mecbur nebînin dernakevin derva û wiha axivî: "Em xwe bi dar û komirê re nagîhînin. 6 û 7 meh wiha dewam dike. Ji bo ku em xwe germ bikin zehmetiyan dikşînin. Ji navçeya me xaza sirûştî derbas dibe, lê tu feydeya wê ji me re tune. Gelê me mexdur e. Em ji birêz Waliyê xwe rica dikin ku bila vê pirsgirêka me çareser bike. Ne komir têrê dike, ne dar û ne jî sobe. Em hema vê zehmetiyê dikşînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın