Tirkiye

"Herçiqas mezlûm û zalim guherîbin jî kesên ji dûrbînan vê zilmê temaşe dikin neguherîn, naguherin"

Erdogan: "Berê ji bo Boşnakan mafên mirovan, demokrasî û azadî pir dihatin dîtin. Îro jî ji bo sûriyeyî, filistînî, libyayiyan wekî luks tê dîtin. Herçiqas mezlûm û zalim guherîbin jî kesên ji dûrbînan vê zilmê temaşe dikin neguherîn, naguherin."

Sevim Hatun  | 23.10.2017 - Rojanekırın : 24.10.2017
"Herçiqas mezlûm û zalim guherîbin jî kesên ji dûrbînan vê zilmê temaşe dikin neguherîn, naguherin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Erdogan: "Berê ji bo Boşnakan mafên mirovan, demokrasî, îradeya milet û azadî pir dihatin dîtin. Îro jî ji bo sûriyeyî, filistînî, libyayiyan wekî luks tê dîtin. Herçiqas mezlûm û zalim guherîbin jî kesên ji dûrbînan vê zilmê temaşe dikin neguherîn, naguherin. Bi kuçikan ve li ser welatiyê min ê li Rojavayê yê ku dixwaze bê Tirkiyeyê digerin. Ma rezaleteke wiha dibe? Qey tu nikarî bi xwe li ser wan bigerî, bi xwe bigere. Heke jin be bila polêsên jin bigerin. Lewra di şexsiyeta van, qerekterê van de ev heye, lê di misilmanan de ev tune, nabe, lewra misilman zilmê nake."

Erdogan: "Ewropa li Bosnayê miriye, li Sûriyeyê binax bûye. Bedenên zarokên ku pêlên behrê ew derxistin qeraxan jî kêlikên şaristaniya Rojavayê ne û vê yekê wiha bizanibin. Mixabin di 7 salên dawîn da nirxên qedîm ên Ewropayê dîsa bi destê xwedanên van nirxan hatine pêpeskirin û yek bi yek hatine tunekirin."

Serokomar Erdogan: "Em li bendê ne ku serkirdeyên Ewropayê êdî dev ji hedefhildana Tirkiyeyê berdin û vegerin eqlê selîm. Tu feyda wê ji kesî ra tuneye ku dijmintiya biyaniyan zêde bibe. Dijberiya Îslamê ji bo xeyalkirina îqtidarê bikêrî kesî nayê. Ewropayeke bê Tirkiye wê tenê bimîne, naçar bimîne û di nav da gijgijandin wê çêbe. Tirkiye mihtacî Ewropayê nîne. Ya ku mihtac e Ewropa ye. Ew her çend nexwazin bibînin jî reçeteya pirsgirêkên her ku diçe kûr dibe Tirkiye ye, endamtiya tam a Tirkiyeyê ye." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın