Tirkiye

Hevdîtina Erdogan û Pûtîn 3ê Gulanê ye

Kremlînê ragihand ku dê Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn 3ê Gulanê li Soçiyê bicivin

Muhammet Kurşun  | 21.04.2017 - Rojanekırın : 22.04.2017
Hevdîtina Erdogan û Pûtîn 3ê Gulanê ye

Moskova

MOSKOVA

Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 3ê Gulanê li bajarê Soçiyê kom bibin.

Peskov, di daxuyaniya xwe ya ajansa RIA-Novost'i de ragihand ku wê di hevdîtina Soçiyê de Erdogan û Pûtîn rewşa li Sûriyê biniirxînin.

Peskov, der barê dîdarê de wek din agahî neda.

Serokomar Erdogan û Pûtîn herî dawîn di civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê ya 10ê Adarê li Moskovayê hatibû kirin de civiyabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın