Tirkiye

Ji Azerbeycanê bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê piştgirî

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê Haciyev: "Armanca Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya TSKyê, edilandina ewlekariya sînorê Tirkiyeyê, jinavbirina xetereya terorê û parastina xelkê sivîl ê deverê ye."

21.01.2018 - Rojanekırın : 21.01.2018
Ji Azerbeycanê bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê piştgirî

Baki

BAKU 

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê Hîkmet Haciyev der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li herêma Efrînê ya Sûriyeyê da got, "Armanca operasyona, edilandina ewlekariya sînorê Tirkiyeyê, jinavbirina xetereya terorê û parastina xelkê sivîl ê deverê ye."

Haciyev di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wekî welatekî mexdûrê terorê Azerbeycan hemû cureyên terorê şermezar dike û piştevaniya civaka navneteweyî di têkoşîna dijî terorê da dike.

Haciyev bal kişand ku ji bo edilandina aştî û ewlekariya navneteweyî û herêmî, divê koka terorê bê qelandin û wiha dewam kir:

"Armanca Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya TSKyê, edilandina ewlekariya sînorê Tirkiyeyê, jinavbirina xetereya terorê û parastina xelkê sivîl ê deverê ye. Tirkiye gelek carî rûbirûyî êrîşên terorê bû û gelek însanên mesûm mirin. Azerbeycan fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê li dijî terorê fêm dike. Daxwaza me ew e ku Tirkiye û gelê Tirk ê birayên me êdî tu carî rûbirûyî êrîşên terorê nebin."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.