Xeberên saziyî

Ji bo Anadolu Agencyê xelata 'Ankara'nin 'En'lerî'

ATOyê xelata 'Ankara'nin 'En'lerî' da Anadolu Agencyê. Arîkarê Serokê Giştî yê Anadolu Agencyê Ozkaya ji destê Serokomar Erdogan xelat sitand

Elif Orhan  | 28.11.2017 - Rojanekırın : 28.11.2017
Ji bo Anadolu Agencyê xelata 'Ankara'nin 'En'lerî'

Ankara

ANKARA

Anadolu Agencya (AA) ku bi nêrîna nûçegihaniya ewle, bêteref, etîk û lez fealiyetên xwe berdewam dike ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) ve bi xelata 'Ankara'nin 'En'lerî' hat xelatkirin.

"Merasima Xelatê ya Ankaranin'En'lerî" bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresîumê hat kirin.

Di merasimê de Anadolu Agencya ku di sala 1920ê de hat damezrandin di kategoriya "5 fîrmayên herê kevnar" de hêjayê xelatê hat dîtin. Arîkarê Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Mustafa Ozkaya xelatê ji destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sitand.

Di kategoriya "5 Fîrmayên Herî Kevnar" de Şirketa Anonîm a Anadolu Agencyê, Şirketa Anonîm a Fabrîqeyên Şekir ên Tirkiyeyê, Şirketa Kollektîf a Balkanoglu, Şirketa Anonîm a Tirk a Maxezeyên Umumî-UMATê, Şirketa Anonîm a Bankaya Zîraatê hêjayê xelatê hatin dîtin.

- Tablo diyariyê Serokomar Erdogan kirin

Ji aliyê din ve di merasimê de ATOYê tabloyeke ku bi hunera wêneyê ya Turkariyê hatibû çêkirin diyariyê Serokomar Erdogan kir. Li gor agahiya ku hat dayîn di tabloya ku bi destê Bulent Ozgenê hosteyê turkariyê ve hat çêkirin qala Rêya Hewrişîmê ya ku sehaniya navneteweyî ya herî mezin a ku di navbera sê parzemînan de li serê danûsitandina mal û çandê tê kirin dike. Di berhemê de çalakiyên li ser guzergeha Rêya Hewrişîmê, merasima toyê, gulaş, lîstika cirîdê, kerwansarayên Selçuqiyan, tirbe û Tac Mahal hatiye xêzkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın