Tirkiye

Ji bo kesên ji PKKiyan re çal vedan daxwaza muebetê

Li Sûra navçeya Diyarbekirê 2 sal berê makineyên kar yên Şaredariya DBPyê li ser telîmatên terorîstên PKKyî çal vedan. Li ser vê der barê 2 operatorên Kepçeyê da bi daxwaza cezaya muebeta giran û 60 sal cezaya hepsê, doz hat vekirin.

29.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
Ji bo kesên ji PKKiyan re çal vedan daxwaza muebetê

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Sûra navçeya Diyarbekirê 2 sal berê makineyên kar yên Şaredariya DBPyê li ser telîmatên terorîstên PKKyî çal vedan. Li ser vê der barê 2 operatorên Kepçeyê da bi daxwaza cezaya muebeta giran û 60 sal cezaya hepsê, doz hat vekirin.

8emîn Dadgeha Cezayê ya giran, îdianameya der barê Firat G.yê Wekîlê Midûrê Daîreya karên Fenê yê Şaredariya Sûrê yê wê demê, operatêrên Kepçeyê Alî O. û Yilmaz S. ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê negirtî tên darazin de qebûl kir.

Di îdianameyê de hat ragihandin ku li gelek taxên Sûrê operasyon hat kirin. Di xebatên da li Dîrekhane Yenî Bahçeya 1ê ya taxa Fatîhpaşayê, li kuçeyên Yikikkaya û Leylekê, li Minareya çarling, li kuçeya Kîremît û li kuçeyên taxa Hasirliyê gelek mihimat û terorîstek mirî hat girtin.

Her wiha di îdianameyê de 2 polêsên ku weke muştekî îfade dan ku wê demê bêşdarî operasyona li Sûrê bûn, pilaqeyên kepçeyên Şaredariya Sûrê dan.

Li ser van delîlan di îdianameyê de hat gotin ku di bûyeran da çepçeyên Şaredariyê li Sûrê çal vedane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.