Tirkiye

Ji bo "Projeya Qanal Stenbolê" gav hat avêtin

Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan diyar kir ku ji bo eşkerekirina guzergaha "Projeya Qanal Stenbolê" peyman hat îmzekirin

Abdullah Tel  | 02.09.2017 - Rojanekırın : 03.09.2017
Ji bo "Projeya Qanal Stenbolê" gav hat avêtin

Ankara

ANKARA

Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku ji bo cihê guzergaha "Projeya Qanal Stenbolê" bê kifşkirin, peymana projeya edutê hat îmzekirin.

Arslan bal kişand ser giringiya "Projeya Qanal Stenbolê" ya ji bo sektorên gihandin, lojîstîk, tûrîzm û yên din û ragihand ew projeyeke mezin e.

Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Arslan destnîşan kir ku xebatên endazyariyê, raye û berpirsyarî, wezîfe, stratejî/Etuta projeya Qanal Stenbolê û Şertnameya Xizmetên Şêwirîn û Projeyê wê li gor peymana hat îmzekirin bên eşkerekirin.

"Ji bo keştiyan rêyeke alternatîf wê çêbibe"

Di axaftina xwe da Arslan qezayên keştiyan ên di Geliyê Stenbolê da diqewimîn bibîr xist û got: "Ji bo parastina xweşiya Geliyê Stenbolê ya dîrokî rêyeke alternatîf tê plankirin. Bi saya projeyê trafîka keştiyan a di gelî da wê kêm bibe û rêyeke alternatîf çêbibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.