Tirkiye

Ji ser parsek 6 hezar û 210 lire derket

Li Konyayê ekîbên zabiteyan parsekek qefaltin, li ser parsek geriyan û 6 hezar û 210 lire ji ser wî derxistin

Önder Beyter  | 18.02.2018 - Rojanekırın : 19.02.2018
Ji ser parsek 6 hezar û 210 lire derket

Konya

KONYA

Li Konyayê ekîbên zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin parsekek qefaltin û ji ser parsek 6 hezar û 210 lire pere derket.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, ekîbên zabiteyan li navçeya navendê Karatay û li ser kolanên Mewlana û Şerafetînê li dijî parsekan xebatek dan destpêkirin.

Ekîbên ku ji ber gilîdariyê li dijî parsekên li ber çirayên trafîkê û li pêşiya mizgetan xebat dan destpêkirin, dan ser şopa R.T.

Ekîban paşê R.T. rawestandin û li ser wî geriyan. Ekîban di poşêtê destê parsek da 6 hezar û 210 lire pere bi dest xistin.

Di çarçoveya Qanûna Qebhetan da cezayê îdarî yê pere li parsek birîn.

Xebatên dijî parsekên ku niyeta qenc a welatiyan sûîstimal dikin wê dewam bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın