Tirkiye

Ji Wezîrê Berevaniyê daxuyaniya "Artêşa Mertala Rojhilat"

Wezîrê Berevaniyê Fîkrî Işik: "Em li herêmeke bihereket, wek welatekî bihereket xebatên xwe didomînin. Di van xebatan de herekateke ku ji derveyî unsûrên PYD û YPGyê were kirin û bi taybetî unsûrên ereb tê hebin Tirkiye destek dike."

Muhammet Kurşun  | 21.04.2017 - Rojanekırın : 21.04.2017
Ji Wezîrê Berevaniyê daxuyaniya "Artêşa Mertala Rojhilat"

Ankara

ANKARA

 Wezîrê Berevaniyê Fîkrî Işik, li ser îddiyayên ku dê Artêşa Azad a Sûriyê bi navê "Artêşa Mertala Rojhilat" xwe rêxistin dike wiha got: "Tirkiye, ji bo operasyon bi rêxistineke terorî re neyê girin gelek xebatan dimeşîne. Em li herêmeke bihereket, wek welatekî bihereket xebatên xwe didomînin. Di van xebatan de herekateke ku ji derveyî unsûrên PYD û YPGyê were kirin û bi taybetî unsûrên ereb tê hebin Tirkiye destek dike."

Işik, di civîna Wergirtina Xwendekaran de ji bo sala 2017-2018an a Zanîngeha Berevaniya Neteweyî axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.

Herwiha der barê moşekên S-400î de jî destnîşan kir ku di mizakereyan de hatine qonaxa dawîn û wiha agahî dan:

"Gelekî eşkere ye ku hewcehiya Tirkiyê bi sîstema parastinê ya esmanî û moşekan heye. Mixabin welatên endamên NATOyê di vê mijarê de pêşniyarek nedan Tirkiyê. Wek din, parvekirina teknolojîk û hilberîna hevpar jî qebûl nekirin. Loma Trkiye ket nav lêgerînekê. Niha xebatên li ser S-400 gihîştin qonaxa dawîn. Helbet ev nayê wê maneyê ku emê sibe îmze bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın