Tirkiye

Jina xwe û neviyê xwe xilas kir, bi xwe şewitî û mir

Li Mêrdînê Aykaçê 71 salî dît ku agir bi mala wî ketiye, jina xwe û neviyê xwe ji xewê rakir û ji malê derxist paşê ji bo ku midaxeleyî şewatê bike vegeriya malê û di malê da şewitî û mir.

27.09.2017 - Rojanekırın : 28.09.2017
Jina xwe û neviyê xwe xilas kir, bi xwe şewitî û mir

Mardin

MARDÎN

 Li Artukluya navçeya Mêrdînê Îsmaîl Aykaçê 71 salî dît ku agir bi mala wî ketiye, jina xwe û neviyê xwe ji xewê rakir û ji malê derxist paşê ji bo ku midaxeleyî şewatê bike vegeriya malê û di malê da şewitî û mir.

Li gor gahiyên ku hatin sitandin, li Taxa Yênîkapiyê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi mala Îsmaîl û Gurbet Aykaçê ket.

Di demeke kin da agir mezin bû û li malê belav bû. Îsmaîl Aykaç bi şewatê hisiya, jina xwe ya ku bi Buse Melek Aykaça neviya xwe ra li ser textê hewşa malê razabû ji xewê hişyar kir û ji malê derxist.

Aykaç ji bo ku midaxeleyî şewatê bike zivirê mala xwe û di malê da şewitî û mir.

Gurbet Aykaça du jê girt rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Gazî ekîbên agirkujiyê kirin, ekîb hatin û şewat temirandin.

Ji ber şewatê xanî bû xirabe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın