Tirkiye

Konferansa li ser referanduma Herêma Kurdistana Iraqê

Walîtiya Enqereyê bi hinceta ku rêxistina terorê dê îstismar bike konferansa dihat plankirin ku li ser referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê bê çêkirin qedexe kir.

Nihat Kavşut  | 16.09.2017 - Rojanekırın : 16.09.2017
Konferansa li ser referanduma Herêma Kurdistana Iraqê

Ankara

ANKARA

Walîtiya Enqereyê bi hinceta ku rêxistina terorê dê îstismar bike konferansa dihat plankirin ku li ser referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê bê çêkirin qedexe kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê da hat destnîşankirin îro li Çankayayê li otêlekê dihat plankirin konferansa bi navê "Referanduma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û Pêşeroja Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê" bê lidaxistin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin îhtimal heye rêxistina terorê ji bona daxwazên xwe yên rêxistinî yên girseyî konferansê bike firsend û îstismar bike.

Hat destnîşankirin îhtimal heye çalakiyên wiha ji bo propagandaya rêxistinên terorê bibe derfet û ewlehiya kamuyê bikeve talûkeyê.

Hat destnîşankirin di vê çarçoveyê da konferans hatiye qedexekirin û der barê kesên li gor qedexeyê tevnegerin jî wê kar û barên fermî bidin destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın