Spor

Kûpaya şampiyoniyê dixwazin bo "Dîcle Aslanê" bilind bikin

Dogan:"Heta îro me gelek serkeftin bi dest xistin. Em ji lîga sisêyan derketin ya duduyan. Par em ji lîga duduyan daketin ya sisêyan. Sedema wê qeza trafîkê bû. Di 18ê adarê de wextê em diçûn maçê me qeza kir. Dîcle Aslan di qezayê de mir"

Sevim Hatun  | 25.12.2017 - Rojanekırın : 26.12.2017
Kûpaya şampiyoniyê dixwazin bo "Dîcle Aslanê" bilind bikin

Ağrı

AĞRI 

Fitbolvanên Kuluba Sporê ya Dîcle Aslan ku di 3emîn Lîga Jinan a TFFê de dilîzin bo navê Dîcle Aslana ku wekî "Qîza Difire" dihat naskirin û di qeza trafîkê de mir, dilîzin.

Rêvebiriya kulubê di cotmehê de bo navê lîstikvana tîmê Dîcle Aslana ku di edara 2017an de di qeza trafîkê de miribû bide kulubê, rêziknameya xwe guhert. Tîma bi navê Agri Bîrlîksporê navê xwe bi rêziknameya nû kir "Kuluba Sporê ya Dîcle Aslan."

Hevalên Dîcle Aslanê di hemî pêşbirkên piştî qezayê de bi formayên navê "Dîcle Aslanê" li ser nivîsandîne derdikevin qadê û pankarta ku li ser "Me ji bîr nekir, emê ji bîr nekin, tu di dilê me de yî" nivîsandî vedikin.

Serokê Kuluba Sporê ya Dîcle Aslan Ozdemîr Dogan ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku tîma fitbolê ya jinan di sala 2010an de hat ava kirin û wiha dewam kir:

"Heta îro me gelek serkeftin bi dest xistin. Em ji lîga sisêyan derketin ya duduyan. Par em ji lîga duduyan daketin ya sisêyan. Sedema wê qeza trafîkê bû. Di 18ê adarê de wextê em diçûn maçê me qeza kir. Dîcle Aslan di qezayê de mir. Ev ji bo me pir giran bû. Derûniya me xirab kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın